Ji bo ewlehiyê jin perwerda tenduristiyê dibînin

16:13

JINHA

QAMÎŞLO - Ji bo hemû jinên saziyên civaki yên bajarê Qamişlo perwerdeya tenduristiyê têdayîn.

Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamîşlo di rêzeperwerdeyên tenduristiyê de li Navenda Saziya Civaka Sivîl ji bo amedebûna ji hemû rewşên awerte re perwerde destpê kirin. Bi amedebûna bi dehan jinan li Navenda Saziya Civaka Sivîl perwerde ji aliyê mamoste Roz Amed pispore perwerdeya tenduristiyê ve hat dayîn. Perwerde bi pirs û bersivan dewam kir.

Dê perwerde sê rojan berdewam bike.

(re-px/zt)