Ji bo zarokan semînera tenduristiyê hat dayîn

18:00

JINHA

AMED - Ji bo zarokên li Mala Lîstokên Zarokan ya Solîn ya Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan dimîne semînera tenduristiyê hat dayîn.

Li Mala Lîstokên Zarokan ya Solîn ya ku dibinya Şaredariya Rezan de xebatên xwe bi rêve dibe ji bo zarokan semînera tenduristiyê hat dayîn. Semînera ku hat dayîn zarokên temenê wan di navbera 4 û 12 saliyê de beşdarbûn. di aliyê hijyenê de zarok hatin agahdar kirin, sînevizyon hat nîşandan û di aliyê xwe parastina ji mîqroban de zarok hatin agahdarkirin. Xebatkara Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan Evin Serin diyar kir ku wan di derbarê hijyen û tenduristiya ji derve de zarok hatin agahdarkirin û wiha got: "Em ser xalên weke divê zarok çîbikin, çawan xwe biparêzin û çawan xwe ji mîqrobên derve biparêzin agahî hatin dayîn. Me li gel Oda Hekimên Diranan bi hev re semîner da. Dê girêdayî tenduristiya zarokan perwerdên me berdewam bikin.

Piştî semînerê li zarokan firçên diranan û macun hatin belav kirin.

(zt)