Women on Waves ji ber jinên mexdurên şer yên dengê wan nayê bihîstin hatine
10:01
Derya Ceylan- Eylem Daş / JINHA
İSTANBUL- Aktivistên mafê kurtajê yên Women on Waves yên navnetewî li hember qedexekirina mafê kurtajê li gelek welatan tekoşînê dikin. Di demên dawiyê de aktîvîstên Women on Waves yên tên Tirkiyê belkişandin ser rewşa jinên ji Suriyê tên li Tirkiyê bi zorê ducanî dibin, bi zorê zarokan tînind dinyayê û li hember van bûyeran jî bêdengiyan heyî.
Guruba mafê kurtajê ya navnetewî Women on Wasev di sala 1999'an de ji aliyê Bijîşk Rebecca Gomperts ve hat avakirin. Aktîvîstên Women on Waves hewil didin di aliyê mafê kurtajê de alîkariya jinan bikin. Dê koma ku ji bo lêkolînê li Tirkiyêne bi jinên mexdurên şer yên li Dîlok û Rihayê dijîn re hevdîtin bikin. Aktîvîsta Women on Waves ê Dr. Marlies Schellekens xebatên xwe yên 6 salin di van mijaran de berdewam dike bi JINHA yê re par kir. Marlies diyar kir ku di nava komek wiha de cîh girtin û ji bo jinan karek kirinê wê şanaz dike.
Li Kongo yê jin ji mafê kurtajê bê parin
Marlies da zanîn ku li Kongo yê jin bi tevahî ji mafê kurtajê bêparin û wiha got: "Li Kongo yê jin bi giştî ji kontrolên ducaniyê bê parin, di temenê biçuk de tên zewicandin û zarokên wan jî gelek biçuk çêdibin. Li aliyê dinê jî jin di temenê mezin de jî zarokan tînin dinê. Dema ku me ji bo wan rêbazên xwe parsatinê nîşandan jin kêfxweşbûn. Ji ber ser bedena xwe bûyîna xwediyê mafê gotinê ji bo wan giringe."
'Jin serî li rêbazên bê ewle yên kurtajê didin'
Marlies destnîşan kir ku li Nepal ê jî jin ne xwediyê mafê kurtajêne û wiha domand: "Li Nepalê jin bi rêbazên ne ewle kurtajê dikin. Ev rewş ji derveyî jin pê jiyana xwe ji dest didin gelek nexweşiyên mayînde û giran jî bi wan re çêdike. Li Nepalê gelek jinên ku me dîtin bi dilxwazî xwesitin li gel me perwerdê bibînin. Paşê jî tiştên hînbûne hînî jinên dinê jî dikin. Li Nepalê rêxistina me bi vî awayîbû. Li Polonyayê jin xwediyê mafê kurtajê bûn, lê piştî guherîna rejîmê ew maf ji destê wan hat girtin. Yek ji welatên ku me têde kampanyaya gemiyê birêve birî Portekiz e, em bi gemiyên şer pêşewazî kirin. Destur nedan em têkevin welat. Me serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupanyê da û doz qazanc kir."
'Li Tirkiyê jî kurtaj mafeke lê tê kêmkirin'
Aktîvîsta Women on Waves ê Hazal Atay di vê mijarê de rewşa Tirkiyê nirxand. Hazal zagona girêdayî kurtajê ya sala 1983'an bibîr xist û anî ziman ku dema jin mafê xwe yê kurtajê bi kar tînin rastî ti nexweşiyan nayên û wiha berdewam kir: "Kêmkirina kurtajê û jin ji rêbazên parastinê bê par hiştin tenê dikare rêjeya kurtajê zêde bike. Tê fikirîn ku dema mafê kurtajê bê dayîn dê rêjeya kurtajê zêde bibe. Lê di rastiyê de ne wihaye, di van mijaran de bi zanebûn tevgerîn wê demê bi xwe rêjeya kurtaj kirinê kêm dibe."
'Jinên ji Suriyê di bin tindiyê denin'
Hazal zoriyên jinên ji ber rewşa şer ji Suriyê koçî Tirkiyê kirine wiha vedibêje: "Sedema jiyankirina zoriyên jinên Suriyê ya yekem ji ber welatê xwe terikandine û li welatek dinê bi cîh bûne. Ya duyemîn jî di kampan de bin tindiyek zêde de dijîn û bi talokeyên tecawîzê re ru bi ru ne. Girêdayî van mijaran yên ku van daxwazên jinan bîne cîh jî nîne."
'Pirsgirêka herî giring jî bi zorê ducanîbûne'
Hazal bilêv kir ku ji sala 2011'an heya niha jinên Suriyê 30 hezar zarok anîne dinê û wiha dom kir: "30 hezar zarok hijmarek giringe. Divê di aliyê malbatê û şertên jiyanê de rewşa wan jinan bê başkirin divê despêkê jin bên bi agahî kirin. Di nava kampan de divê beşên tenduristiyê bên avakirin û rêbazên parastina van rêyan bên nîşandan. Yek ji pirsgirêka herî giring ya jinên Suriyeyî dijîn jî bi zorê ducanîbûn û bi zorê zarok welidandine." Hazal derbirî ku pirsgirêkek dinê ya jinên Suriyê ru bi ru dibin jî tindiya civakiye.
(zt)