Li Serêkaniyê jinên perwerda tenduristiyê didîtin bawername girtin
15:05
Dîdem Elî/JINHA
SERÊKANIYÊ - Navenda Arî ya tenduristî a girêdayî Weqfa Jina Azad a Rojava jinan perwerda tenduristiyê didît. Ji bo jinên perwerda tenduristiyê didîtin bawername hatin dayîn.
Li Navenda Arî a Tenduristiyê ya bajêra Serêkaniyê yê Kantona Cizîr a Rojava, di binya Weqfa Jina Azad de perwerdeyek 15 roj ya tenduristî ji bo jinan hat dayîn. Perwerdeya bi armanca ku her jinek di qadê tenduristiyê de bibe xwedî agahî û bikaribe di rewşên awert de mûdexelyan bike. Li ser vê esasê ji gelek sazî û bi taybet jî, jinên ku li saziyên asayîşê de dimînin tevlî vê perwerdê tenduristiyê bûn.
'Ev perwerde ji bo rewşên awertê dê bibe bingeh'
Rêvebira Navenda Arî a Tenduristiyê Bêrîvan Dawûd derbarê perwerdeya ku hatiye dayîn de axivî û got: "Armanca perwedehiya tenduristiyê ji bo rewşên awerte dê bibe bingehê alîkariyê. Perwerde kom bi kom hate dayîn, her komek bi qasî derfetê heyî 5 roj perwerde dît. Ev perwerde ji bo hemû jinên ku perwerde dîtine bû bingehek. Ji ber vê yekê pêwîste her jinek pêdivî bi perwedeyên wiha bibîne û tevlîbe."
Merasîm bi yek daqe rêzgirtinê despêkir û piştre jî bawername li jinên ku perwerdeyên xwe qedandine hate belav kirin. Şahî bi durişmeya "Bê jin jiyan nabe" û gerandina govendê bi dawî hat.
(rc)