Hemşîreyên Cizîra Botanê bi boneya Roja Hemşîran daxuyanî dan
14:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê hemşîreyên endamê SES’ê bi wesila 12 Gulanê Roja Hemşîran daxuyanî dan. Nunera SES’ê ya Cizîrê Celile Vural daxuyanî xwend û diyar kir ku hemşîre kedek mezin didin lê keda wan ji nedîtî ve tên dîtin.
Li navçeya Cizîrê a Şirnexê Şaxa SES’ê ya Cizîrê bi wesileya 12 Gulanê Roja Hemşîra daxuyanî dan çepemaniyê. Odeya Tabîba, Nexweşxana Bişeng, Disk, Egitim-Sen û gelek hemşîre tevlî daxuyaniya li ber avahiya Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê bûn. Hemşireyan ‘Dovîzên ji xebata kolatiyê re na” û ‘Desthilatî ji tenduristiyê re zirar e” bilind kirin. Di daxuyaniyê de durêşmên “Bila ne ji şer re, ji tenduristiyê re butçe bê qetandin”, “ Bijî tekoşîna me ye rêxistin kirî” û "Tenduristî mafê nayê frotanê” berz kirin. Ser navê hemşireyan Nunera SES’ê ya Cizîrê Celile Vural daxuyanî xwend.
'Keda hemşîran nabînin'
Celile diyar kir ku iro ebe û hemşîre di nexweşxanan de cihek girîng digrin lê dema biryar tên stendin hemşîre û ebe ji nedîte ve tên dîtin. Celile Sistema taşerontiyê jî rexne kir û wiha got: ”Di bernama veguherîna tenduristiyê de kesê ku eynî karî dikin û kesê ku heman zanîgehê xwendî jî cudatî tê kirin ev rewş nayê qebul kirin.” Celile bi lêv kir ku ew dixwazin hekê xizmeta xwe bistînin û wiha dewam kir:” Cihê ku em lê dixebitin taluka mikrop stendinê û rastî tundiyê hatin zêdeye.”
Celile diyar kir ku tevî hemu zehmetiyan jî hewil didin li piya bimînin lê muçeyên wan li gorî xizmeta wan kêmin.Celile balê kişand ser mişara girtina hemîşa a kar û wiha dewam kir: "Wezareta tenduristiya diyar kir ku ewê isal 5 hezar hemşîre bigrê. Ev jimar têra lazmatiya nexweşxana a bi hemşîra nake.” Celîle roja hemşireyan jî piroz kir û da zanîn ku ewê ji bo serbixebun û rumeta hemşîreyan dê tev bi hev re tekoşîn bidin
(ma/zt)