'Li Tirkiyê paya ji bo tendursitiyê tê veqetandin gelek kême'

14:46

JINHA

AMED - Odeya Dermansazên Amedê li Qonaxa Îskender Paşa bi encamên çapemeniyê re hatin bahev û 14'ê Gulanê Roja Dermansazan pîroz kirin.

Bi boneya pîrozbahiya 14 Gulan Roja Dermansazan li Qanaxa Îskender Paşayê dermansaz bi çapemenîre di xwarina taşê de hatin bahev û bi hev re pîroz kirin. Endamên Oda Dermansazan Umran Duran Yalin diyar kir ku 14 Gulanê Roja Dermansazaye. Di sala 1839'an de xweserîya dermansaza di nav Tibbê de hat îlan kirin û got: "Li aliyê sînor şer despekir hîna jî şer didome ji bo maxdurên şer endamên odeya dermansazan alîkarîya derman, betanî, cil, xwarinên zarokan û zexîre kom kirin. Em ji bo vê baldariya her kesê sipas dikin.''

Umran di dawiya daxuyaniya xwe de talebên xwe wiha anî ziman:

"- Protokolên SGK ji bo hîzmetek baş bedelên reçetan zede bikin,

- Zararên stoka derbasbûyî 60 rojan de bê dayîn,

- Ji bo dermansazan hîzmeten meslekî bê dayîn"

(do)