Çalakiya saziyên tenduristiyê
16:03
JINHA
AMED - Xebatkarên Sendîkayên Tenduristî bi aramanca karê pir zêde, çalakî dabun despêkirin, li ser vê yekê li Amedê ber Mûdîriyeta Gel a Tenduristiyê bi daxuyaniyek çepemenî da dawî li çalakiyê xwe anîn. Bijîşk Mehmet Ulbey di daxuyaniyê de got: "Dewlet bijîşkan bê kar hêştî û gel jî bê bijîş hêştiye.
B tevlîbûna Endamên SES, KESK, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komelaya Bijîşk a Malbatan û Komeleya Bijîşkên Pratîsyen li Amedê ber Mûdîriyeta Gel a Tenduristî daxuyanî da. Çalakiya ku bi aramanca karê pir zêde hatibu despêkirin piştî sê rojan bi daxuyaniyek hat bi dawî kirin. Daxuyaniya çapemenî ji aliyê endamê Bijîşkê Malbatê a Amedê Mehmet Ulbey ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de: "Em ji bo tenduristiya gel biparêzin dixwezin bixebitin. Ji bo mafên xwe ya Malnîşanî ev sê rojin em di çalakiyê bûn."
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji sala 2015 'an de ji bo tenduristî welatî û xebatkarên tendursitî têkoşîna me bê navber didome. Em wek Navenda Tenduristiya Malabata em li gel welatiyên xwe ne û em li dijî zilmê têkoşîn bikin. Di 27'ê Nîsanê de me serî li Wezîreta Tenduristiyê da û me diyar kir ku, eger çareseriyek ji bo pirsgirêkin heyî neyê dîtin emê di 3'ê Gulanê de çalakî li dar bixin. Lê belê wezîreta tenduristiyê bersivek erênî neda û diyar kir ku ewê TTB û STK'ê mûxateb negre. Ev çalakî ne tenê TTB'ê pêkaniye, di navde Sendîka û komeleyên tenduristiyê û her wiha civakên sivîl jî cihê xwe girtine."
Daxuyanî bi durişmeya "Mafên tenduristî nayê firotin" , "Bijî têkoşîn û tevgera me", "Rojek werê dê AKP'ê hesabê vî gelê bide" bi dawî bu.
(do- rc)