Li Enzê Bijîşk Medya semînera tenduristiyê da jinan
15:41
JINH
QENDÎL -Bijîşk Medya li Gundê Enzê semînera tendiristiyê da jinên gund.
Li gundê Enzê yê qontara çiyayê Qendîlê Bijîşk Medya semînera tendiristiyê da jinên gund. Gelek jinên gund beşdarî semînerê bûn. Di semînerê de Bijîşk Medya anî ziman ku dema di civakekê de danûstandin hebe ew civakek bi tendirûste û wiha got: “Civakek di nav de danûstandin hebe, civakek bi tendirûste. Tendirûstî ji bo civakê û bi taybet ji bo jinan giringe. Ya herî giring ew e ku mirov bikare di gelek aliyan de li ser tendirûstiyê raweste. Divê dayîk bizane, zarok çawa mezin bike. Ji bo tendirûstiya zarok pêwîstî bi çi heye, divê li gor wê tevbigere. Dîsa paqijiya malê, derdor û kes pir giringe.”
Jinan jî keyfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Bijîşk Medya kirin.
(zt)