Kedkarên tenduristî: Li hember pergala hilweşî em dibêjin HDP'ê

09:43

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Xwendekara Zanîngeha Fakulteya Tip a Dîcle yê û Endama SES'ê Rojîn Dag diyar kir, ji bo ku di qada tenduristî de guhartinên adîl pêk were pêwîste hemû kedkarên tenduristiyê dengê xwe bidin HDP'ê û anî ziman ku bi ferasetên desthilatdariyê polîtîkayên tenduristî tê rêve birin, ji bo ku ev pergal bê guhartin hemû kedkarên tenduristî pêwîste li ser sendoqên hilbijartinê bersivê bidin.

Kedkarên tenduristî bi salane rastî îhlalê mafên xwe tên ji bo ku polîtîkayên tenduristî a demokratîk bikeve merîyetê bi demek kurt bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ya li gel HDP'ê anîbûn ziman. Endama Kedkarên Sendîkaya kedê a Tenduristî û xwendekara Zanîngeha Fakulteya Tip a Dîcle Rojîn Dag destnîşan kir, ji ber feraset û polîtîkayên îktîdarê yên li ser qada tenduristiyê tê meşandin, bi qasî kedkarên tenduristî ewqas jî nexweş dibin magdur û ji ber ku HDP'ê bi beyannameyek şert û mercên giran ên li ser kedkarên tenduristî pêktê ber çav girt ew piştgiriyê xwe didin HDP'ê.

'Em ji bo înşakirina tenduristiya xweser û demokratîk dixebitin'

Rojîn anî ziman ku peywirê tendursitî bi ferasetên sektorel tê rêvebirin ji ber vê yekê her ku diçe şert û mercên bijîşkan girantir dibe. Rojîn diyar kir ku, kedkarên tenduristî li hember sîstema heyî têkoşîna wan heye û wiha got: "Em ji bo înşakirina tenduristiya xweser û demokratîk dixebitin. Armanca me tenduristiyek ku dikeve xizmeta kapîtalizmê û ji hişmendiya taybetbûnê derbixin û azadiya ekolojiya jin a ku ne hatî dorpêç kirin dipejrînin. Ji ber ku beyannameya HDP'ê li gorî perspektîfên mebûn emê di hilbijartina 7'ê Hazîranê de dengê xwe bidin HDP'ê."

'Pêwîste sîstemek wek hev bê rûnişkandin'

Rojîn destnîşan kir ku dema HDP'ê bikeve Meclîsê ew wek kedkarên tenduristiyê dê daxwezên wan pêşbikeve û wiha dom kir: "Di nava pratîkê de bi aweyek objektîf kêmahî tên dîtin. Pêwîstî bi sîstema tenduristî a ku di nava civakê de bigere û ji pirsê civakê re bibe bersiv heye. Îro hîna gelek nexweş ji ber ku ziman nizane yan jî pereyê wê tune ye nikare were nexweşxanê. Mûameleya ku nexweş rastî tên gelek xirab û girane. Ji ber vê yekê em sîstemek ku hem xebatkarên tenduristiyê û hem jî civak jê sûd werbigre dixwezin."

'Hemû kedkarên tenduristî dengê xwe bidin HDP'ê'

Rojîn diyar kir ku di şertê niha de bijîşkek neçar dimîne rojê li 100 nexweşan binêre û wiha pêde çû: "Rumeta pîşe tê bin pêkirin. Hem ji civak re hem jî, ji xebatkaran re nirx nayê dayîn. Ji ber sîstema tenduristî gelek car nexweş û bijîşk tên beramberî hev û tundi derdikeve holê." Rojîn bi lêvkir, ya ku kêmahiya pêdivî û vê sîstemê bughere HDP'ê ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber ku HDP'ê hêviye, berî demek em wek kedkrên tenduristî me piştgiriya xwe ya ligel HDP'ê bi daxuyaniyek eşkere kir. Em bi hêvîne ku hevalên me yên din jî vê hişyarbûnê bidin raber kirin û piştgirî bidin HDP'ê."

(rc)