Weqfa jin dewreya perwerdehiyî a 18'e jin bi dawî kir

10:52

Perwîn Xelîl- Zêrîn Kurtay /JINHA

QAMÎŞLO- Weqfa Jina Azad li bajarê Qamîşlo dewreyeke perwerdê ya ku ji 18'e endamên jin pêk dihat bi dawî kir.

Weqfa Jina Azad li bajarê Qamîşlo yê kantona Cizîrê bi merasîmekê dewreya yekemîn a rêzeperwerdeyên Arî yên tenduristiyê ku di bin durişmeya ''Temamkirina ekîbê tenduristiyê li çeperên şer'' bi dawî kir. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û piştre li ser navê Weqfa Jina Azad Axîn Amed axivî û giringiya beşdariya nava perwerdeyên tenduristiyê anî ziman. Her wiha li ser navê desteya Tenduristiyê Meha Omo jî axivî û wergirtina bawername ya jinan pîroz kir. Di dawiyê de bawername li 18'e jinên ku mehekê tevlî perwerdeya tenduristiyê bibûn hatin belav kirin.

'Perwerde wê dewam bikin'

Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad li Rojavayê Kurdistanê Şehnaz Xelîl derbarê belavkirina bawernameyên tendirustiyê de agahî dan û wiha got: ''Ev dewreya ku bi navê rêzeperwerdeyên Arî nav lê hatibû kirin mehekê dewam kir û ji bo 18'e jinan ev dewre hate dayîn. Ev yekemîn dewreye ku li bajarê Qamîşlo bi dawî dibe. Her wiha li Serêkaniyê jî dewre hat bi dawî kirin. Ev perwerde bi armanca amede kirina komek tenduristiyê a ji bo rewşên awerte ne.''

'komîteya rewşên awerte wê were avakirin'

Li aliyekî din jî Cîgira desteya Tenduristiyê Mihe Omo derbara giringiya perwerdeya tenduristî û rola desteya tenduristiyê de wiha got: ''Ev perwerde cihê kêfxweşî û pîroziyê ye. Ji ber ku ev erkeke dikeve ser milê her kesî. Ji bo ev kesên ku bawernameyên tenduristiyê werdigrin projeyeke me heye ew jî wek komîteyeke awerte em ê ava bikin û wek komîteyeke girêdayî desteya tenduristiyê kar bikin û ev şagirtên ku bawername werdigrin dikarin bi wan bawernameyên xwe
li naxweşxaneyan erkdar bibin.''

Mihe axaftina xwe wiha dewam kir: ''Desteya tenduristiyê heta niha tu perwerdeyên tenduristiyê venekirine, ji ber ku saziyên me yên ku bi van perwerdeyan re eleqedar dibin hene. Ev perwerdeyên ku ji aliyê saziyên me ve tên dayîn em ji hemû aliyên çi ji bijîşkan, derman û pêdiviyên perwerdê em peyda dikin. Ev desteka me jî bi armanca pêşketina her kesiye û bi taybet jî pêşketina jinê ye. Jinên ku perwerde dîtin di demê pêşde dikare li her qadê û li mala xwe jî mudaxelyek bê xwestin bbike."

Di dawiyê de Mihe wiha got: ''Niha di vir de, li Rojavayê Kurdistanê de her kesî di beşê xwe de pispor buye û xwe pêşxistiye. Bi taybet jî di aliyê jinê de derfeta pêşketinê bêhtir li pêşiya wan vebûye.''

'Jinên ku perwerde bi dawî kirin ji bo hemû erkên xwe amede ne'

Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn û bawername wergirtin nêrîn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Yek ji endamên ku tevlî perwerdê bibû Nisrîn Ebdullah wiha axivî : ''Ev demeke dirêj bû daxwaziya me perwerdeyeke tenduristiyê hebû, ji ber ku perwerde pêk hat em kêfxweşin. Hêviya min ew e ku hemû jin cihê xwe di nava van perwerdeyan de bigrin û her ji bo alîkariyê amede ne.''

Jina bi navê Zehîde Saliha derbarê beşdarbûna wê di nava vê dewrê de axivî û wiha got: ''Ji ber ku îro gelê me pêwistiya xwe bi alîkariyê di hemû aliyan de heye ji bo vê yekê em îro beşdarî vê perwerdê bûn. Bi vekirina vê dewrê em gelekî kêfxweş bûn. Hewildana rêvebirê perwerdê jî gelek li ber me çêbû.''

Zehîde wiha axaftina xwe bi dawî kir: ''Me gelek sûd ji vê perwerdê wergirt û em niha dikarin alîkaribin bi gelê me û zarokên xwe re bikin û di demê pêwistiyê de em e erkên xwe pêkbînin.''

(rc)