Xebatkarên tenduristî dê li hember şîdetê parastina cewherî pêkbîne
11:38
Bêrîtan Elyakut /JINHA
AMED - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabay diyar kir ku ji ber projeya "Di tenduristiyê de veguhertin" ku hikûmetê di sala 2003'an de xist meriyetê di navbera nexweş û tenduristîvan de bendek mezin hat avakirin û wiha got: "AKP'ê her tiştî pir xweş û geş nîşan dide. Lê ne wisa ye. Ji xwe mirovê xizan bêçare maye û bi zorê xwe digîne nexweşxane yê. Welatî dîsa neçarin di bin navê para piştgiriyê de pereyan bidin dermanan. Ji ber vê yekê ewil êrîşî tenduristivanan dikin. Me sucdar dikin. Lê sûcdarê vê yekê hikûmet e."
Hikûmeta AKP'ê di sala 2003'an de projeya "Di Tenduristiyê de veguhertin" xist meriyetê. Piştî vê projeyê nexweş û xizmetkarên tenduristiyê hatin hemberî hev. Her wiha êdî nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan û derman bibin. Ji ber welatî nikarin wekî berê sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin kedkarên tenduristiyê tawanbar dikin. Têkildarî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û pirsgirêkên tenduristiyê xizmetkarên tenduristiyê yên jin nirxandin kirin. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabay diyar kir ku ji ber projeya "Di tenduristiyê de veguhertin" ku hikûmetê di sala 2003'an de xist meriyetê di navbera nexweş û tenduristîvan de bendek mezin hat avakirin û wiha got: "AKP her tiştî pir xweş û geş dide nîşandan. Lê ne wisa ye. Ji xwe mirovê xizan bêçare maye û bi zorê xwe digîne nexweşxaneyê. Welatî dîsa neçarin di bin navê para piştgiriyê de pereyan bidin derman. Ji ber vê yekê ewil êrîşî tenduristivanan dikin. Me sucdar dikin. Lê sûcdarê vê yekê hikûmet e."
Selma, anî ziman ku berî sala 2003'an jî nexweş ne xwedî mafê baş bûn, lê piştî ji ber xizmeta tenduristiya civakî bêyî daxwazên cuda nexweş dihatin muayenekirin û wiha got: "Piştî sala 2003'an çawa ku nexweş diçin nexweşxaneyê di bin navê 12 kaleman de pereyan ji wan dibirin. Em li hemberî van pêkanînan derketin û em dê her dem vê yekê qebûl nekin."
Selma, destnîşan kir ku ew li dijî xizmeta tenduristiyê bikin malê piyaseyê û wiha berdewam kir: "Nexweşxaneyên mezin hatin avakirin. Lê di aliyê bikaranînê de xizmetek baş nakin. Li van nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê û nexweşan baş nayê kirin. Hikûmeta AKP'ê bi riya medya wekî ku 24 saetan bi doktor û hemşîreyan di xizmetê dide, nîşan dide, lê dema gel tê nexweşxaneyê jî xizmeta ku hikûmet behsa wê dike nabînin. Ji ber vê yekê jî bertekan nîşanî personelan didin. Ji ber vê yekê hemû tiştên bi riya medya tê gotin derew in."
'Bila dîwarê di navbera me û gel de bê rakirin'
Selma, anî ziman ku ji ber vê proje û polîtîkayan di navbera gel û xizmetkarên tenduristiyê de dîwarek hatiye avakirin û xwest ev dîwarê hatiye avakirin bê rakirin. Selma, destnîşan kir ew û gel her dem di nava hevde dijîn û rêgezên wan ên tenduristiyê hene. Selma, da zanîn ku ew her dem xizmeta tenduristiyê ya wekhev, bi zimanê zikmakî û her kes karibe sûdê jê bigire diparêzin.
'Ji ber polîtîtikayên hikûmetê em dibin hedef'
Hemşîreya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargil a Amedê Denîz Şaşiogullari jî anî ziman ku êdî nexweşxane bûne qada êrîşên fîzîkî û devkî û wiha got: "Ji ber ku herî zêde hemşîre û doktor bi nexweşan re muxatabin, hemşîre û doktor para xwe van êrîşên fîzîkî devkî tên. Hikûmet wekî ku her tişt di tenduristiyê de pir baş e nîşan dide. Lê ne wisa ye. Dema nexweş tê nexweşxaneyê rastî gelek pirsgirêkan tê. Ji bo derman bistine neçar e pereyan bide. Neçare peryan bide nexweşxaneyê. Li hemberî vê yekê hêrs dibe û kerb û hêrsa xwe bi serê hemşîre û doktoran de diteqîne. Ji ber pergal ji me dixwaze em bibin bazirgan em tên kuştin. Em sendîkaya giredayî parastina rewa ne. Ji bo em bigêjin gel dê xebatên me bidomin. Em tê milê çapemeniyê jî têxin meriyetê. Em dê dîwarê di nava me û gel de rakin. Emê dêkoşîna xwe berdewam bikin."
(mae/rc)