Armanca xebatên tenduristiyê bi hêzkirina bingeha civakê ye
09:04
Dîdem Elî /JINHA
SERÊKANIYÊ - Weqfa Jina Azad li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kirina xebatên civakî rolek aktîf girtiye ser milên xwe û xebatên xwe dimeşîne. Yek ji navendên girêdayî Weqfa Jina Azad navenda Tendursitiyê ya Arî ye.
Weqfa Jina Azad a bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê ji bo rêxistin kirina jinan gelek saziyên civakî avakirine û bi rêvedibe. Yek ji van saziyan navenda Tenduristî ya Arî ye. Ji bo ku jin di warê tenduristiyê de bibe xwedî agahî û tecrûbe, di bunya Weqfa Jina Azad de dewreyek perwerdê di 20'ê sibata 2015'an de hat vekirin.
Kedkara tenduristiyê ya navenda Arî Sozdar Abdo derbarê xebatên xwe de agahî da û wiha got: "Li navenda tenduristiyê xebata beşên tip yên ji hev cûda tên meşandin. Ji bo rewşên awerte li navendê perwerde ji jinan re tê dayîn. Her wiha ji bo tenduristiya wan jî li navendê faliyetên werzîşê tê meşandin. Zarokek min jî heye, lê li navendê jî dixebitim. Em di warê zanistiya xwe de kêm mane. Ji ber vê yekê pêdivî bi hînbûna gelek tişt hene, da ku em bikaribin jiyana xwe bi rêve bibin."
'Armanca perwerdê bingeha tenduristî di civakê de bi hêz kirine'
Berdevka Navenda Arî Bêrîvan Eyo li ser xebatên xwe wiha got: ''Navenda Arî di serî de li bajarê Serêkaniyê hat vekirin. Sedema vekirina navenda tenduristiyê ji ber rewşên şer ên ku li bajarê Serêkaniyê qewimî û ji ber îhtiyacê bajar bi navendên wiha heye hat vekirin. Rewşên awerte pêktên ji bo mûdaxeleyê despêk navendek wiha pêwîst bu."
Bêrîvan behsa armanca wan a perwerdeya jinan kir û wiha got: "Amedakariyên me di demê pêşde ewe ku em bi hêjmarek mezin jin bigrin perwerdeya tenduristiyê. Ji ber ku civak bi destê jinê xwedî dibe. Civak bê jin nabe, ji ber vê yekê em bingeha tenduristiya civakê bi hebûna jin dixwezin bi hêz bikin. Ji bo xizmetên civakê jî em dermanên li navendê didin nexweşan." Bêrîvan diyar kir ku navenda Arî bi saya xwîna şehîdan hat vekirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê û xwîna şehîdan em li bajaran sazî û navendên xwe yên civakê avadikin. Ji ber vê yekê pêwîste her kes û bi taybe jî jin xwedî li navendên xwe derbikevin."
(rc)