Bawername li jinan hatin belavkirin
10:55
JINHA
SERÊKANIYÊ- Weqfeya Jina Azad a kantona Cizîrê ya Rojavayê kurdistanê bawernema li jinên ku di perwerdeya tenduristiyê de cihê xwe girtibûn belav kir.
Bi armanca pêşxistina hişmendiya tenduristiyê û mûdaxeleyên rewşên awerte Weqfa Jina Azad berî du mehan dewreyek a perwerde ya tenduristiyê dabû despêkir. Perwerde bi tevlîbûna 8 jinan ve despêkiribû, pitî ku dewre bi encam bû bawername li jinên ku ji dewrê mezûn bûne hate belav kirin.
Meresîma belavkirina bawernamê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û piştre li ser navê Weqfa jina Azad Axîn Amed axivî. Axîn got: "Em dewreya xwe ya 2 mehan li vir bi dawî dikin. Armanca vê dewrê li Rojava di warê tendûristiyê de pêdivî bi xizmetê heye. Ji ber ku em 4 salin di nava pêvajoya şoreşa de dijîn, ji bo avakirina sistema demokratîk a xweser pêdivî bi xort kirina hemû qadan heye. Ev roj dîrokîne û pêwîste em nirxê wê bizanibin û li gor wê bikevin liv û tevgerê."
'Ji tevahî jinan re ev perwerde pêwistiyeke'
Jina bi navê Nûra Osman ku ji pêkhateyên Erebe di nava vê perwerdê de cihê xwe girtibû wiha got: ''Ev perwerde du mehan li Navenda Arî ya Tenduristiyê ya girêdayî Weqfa Jina Azad de me dît. Ev perwerde ji bo tevahî jinan di vê demê de pêwistiyeke ji bo em bikaribin alîkariya gel bikin û mûdexeleya rewşên awerte bikin.''
Di dawiyê de bawername li 8 jinên ku di ezmûnên xwe de serketî bûn hatin belav kirin.
(de/rc)