Ologa Rossa: Ferqa bihîstin û dîtin gelek mezine

09:05

Jînda Azad /JINHA

TIL TEMIR - Jina Rûs a ku piştgiriya xwe dide xebatên rêxistinkirina qadên tenduirstiyê, ji mere behsa jiyana xwe kir û got: "Ferqa jiyan kirin û bihîstinê gelek heye. Çanda Kurd xwedî dîroka mirovahî a kevnare, ji ber vê yekê pêwîste xwedî li li vê çandê derketin heye."

Bi despêkirina şoreşa Rojava re ji her netew gel piştgirê û tevlîbûn pêkhat. Yek ji van tevlîbûna bijîşka Rûs Ologo Rossa ku ji bajarê Meldofiya Rûsya yê ye. Ologo ev bû 11'e sal li bajarê Til Temir jiyan dike. Ologo li bajarê Moldofiya Rûsya yê xwendina xwe diqedîne û dibe bijîşka beşa jinan. Ologo pişt re bi Hesen Emîn re dizewice û berî vê bi 11 sal tevî hevserê xwe tên bajarê Til Temirê bi cih dibin. Piştî ku şoreşa Rojava despêdike ji bo piştgirî bide şoreşê cihê xwe di nava Rêxistina Heyva Sor û Navenda Tenduristiyê de digre. Ologa ku dayika du zarokane bi aweyek aktîf tevlî xebatên tendirusitiyê dibe.

Ogolo derbarê jiyan û xebatê xwede nêrîna xwe bi ajansa JINHA'ê re parvekir. Ogolo wiha got: "Heskirin û rêza min ji bo gel û çanda gelê Kurd heye. Meraqa min a naskirina çanda gelê Kurd zêde ye. Armanca min a zewacê û hatina vir jiyan kirin ji bo ku ji nêz ve bikaribim çanda kurdan nasbikim û zarokên min bi ser çandek wiha mezin bibin. Ji ber ku ev çand xwedî dîroka mirovahî a kevnare ji ber vê yekê pêwîste li çanda wê xwedî derketin heye. Ez piştî ku hatim vir fêrî zimanê Kurdî û Erebî jî bûm. Niha jî ez li vir jiyana xwe didomînim."

Ogolo wiha domkir: "Ferq di navbera bihîstin û jiyan kirinê de gelek heye. Li ser çanda kurdan meraqa min gelekbû. Lê belê piştî ku hatim û min di nava wan de jiyan kir rastî hîn zêdetir diyar bû. Gelê Kurd xwedî çanda ehlaqa paqije, ji ber vê yekê her dem rastî êrîş û pişaftinê hatine. Gelê Kurd xwedî çandek netewîne hemû gel di nava xwede dihewîne û ji hemû ol û bewariyan re rêz nîşan dide. Ji ber vê yekê ez gelek bi gelê Kurd ve girêdayîme."

Ogolo derbarê xebatê xwe a Rojava de wiha got: "Piştî ku ji Rûsya yê hatim û li vir bi cih bûm, min xebatê xwe ê bijîşkiyê li vir domkir. Piştî şoreşa Rojava pêdivî bi xort kirina sîstema demoratîk hebûn. Ji ber vê yekê hemû beşên civakî bi hêzkirin û bi rêxistin kirin pêwîstiyek bû. Li ser vê bingehê ez tevlî xebata tendursitiyê bûm û min cihê xwe di nava Heyva Sor a Kurdistanê de girt. Bi perwerdê re gelek jin di vê qadê de bi hêzbûn. Êdî ji bo rewşên awerte jin amede ne."

Ogolo behsa êrîşa çeteya a li ser bajêr kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ên hov, li bajêr di demê wê de hem xebatkarê tenduristî û hem jî derman me li bajar belav kir, da ku li hember rewşên awerte bi tedbîrbin. Her çiqas êş û bedelên giran hatibin dayîn jî serkeftin her dem a gelane. Ji ber hatin û mayîna min a li vir jî gelek kêfxweşim."

(rc)