Nexweşa diyalîzê Zarîfe Kinik li benda alîkariyê ye
09:13
Cahîde Harputlu/JINHA
AMED - Zarîfe Kinik ya nexweşa gurçikêye û girêdayî dîyalîzê jiyana xwe didomîne banga alîkariyê kir û anî ziman ku ji ber kêm derfetiyan nikare tedawî bibe û got: ''Ez jî dixwazim wek hemû hevalên xwe bijîm, bigerim, û bi xwe her karê xwe karibim bikim lê nexweşiya min li hember her tiştî asteng e. Ez girêdayî malê me û nikarim tiştekî bikim.''
Zarîfe Kinik ya 21 salî li gundê navçeya Erxeniya Amedê dijî sê sale girêdayî dîyalîzê jiyana xwe didomîne. Zarîfe ji ber îflaskirina fonksiyona her du gurçikan zehmetiyên giran dikşine û dixwaze ku di demek nêz de çareseriyek jê re were dîtin û jiyana xwe wek hevalên xwe bi asayî bidomîne. Zarîfe anî ziman ku ji bo neqla gurçikê serî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê kirine lê heta niha tu geşedanî pêk nehatiyê û got: ''Ez dixwazim ku di demek nêz de gurçik were dîtin û tedawiya min bi encam bibe.''
Zarîfe diyar kir ku heftê sê caran diçe diyalîzê û ev bandorekî mezin li ser jiyana wê dike ku rojên dikeve diyalîzê demek dirêj bi ser heşê xwe de nayê û axaftina xwe wiha domand: '' Di nava rojê de her tim bê xew, halsiz û westiyayî me. Ji ber vê nikarim pêwistiyên xwe bînim cih. Lewre nexweşiya min li hember her tiştî asteng e. Ez girêdayî malê me û nikarim tişteki bikim. Ji ber vê rewşê dê û bavê min jî girêdayî min bûne. Ez xemgîniya vê jî dijîm.'' Zarîfe destnişan kir ku malbata wê xizane û derfetên wan tûneye ku tedawi bibe û got: '' Em 6 xwişk û bira ne û bavê min jî ji ber ku nexweşe nikare bixebite. Ev dibe sedemên tengasiyên mezin.'' Zarîfe di dawiya axaftina xwe de bangawaziya alîkariyê li hemû kesên bi hestiyar kir û anî ziman ku ew jî dixwaze wek hemû hevalên xwe bijî, bigere û her kare xwe bi xwe bike.
Qeymeqam: ' 20 miyê wê heye pêwistiyê wê tuneye'
Dayika Zarîfe Besra Kinik jî destnişan kir ku heta niha gelek caran ji bo alîkarî were dayin serî li weqfa alikariya civakî û qeymeqamê kirine lê alîkarî nehatiye dayin û got: '' ji me re dibejin ' 20 miyê wê heye pêwistiyê wê tuneye' . '' Besra Kinik anî ziman ku 20 mî têrî xwarina wan nake û her meh 450 TL tenê didin heqê rê ya nexweşxaneyê. Besra diyar kir ku ji ber xizaniyê nikarin mesrefên nexweşxaneyê bidin û ketine binê deyinan. Besra wiha berdewam kir: '' li hevserê min jî nexweşiyên kezebê, gurçik û astim hene, nikare bixebite. Niha keçika min girêdayî dîyalîzê dijî lê hê ciwane 21 salî ye û em dixwazin demek nêz de baş bibe. Ji bo vê pêwiste ku gurçik were dayin lê derfetê me tûneye em tedawîya wê bikin. Kesên alîkarîxwaz em dixwazin dengê me bibihîsin û alîkarî bikin.''
'Ji bo nexweşan divê fon were dayin'
Berspirsyarê Hemo Diyalîzê ya Nexweşxaneya Erxenî Dr. Aydın Dûyû, der heqê nexweşên diyalîzê de axivî û da zanîn ku nexweşên diyalîzê ji ber ku bê hêz dimînin, halsizin an jî extîyarin li gor nexweşên din cudahiyên wan hene lewre divê ji malbatê her tim yek bi wan re bin. Dr. Aydın diyar kir ku nexweşên diyalîzê heftê 3 seans mecbûrî divê têkevin diyalîzê û ev jî ji alî aborî de malbata pir dike tangasiyê. Dr. Aydın axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Ev rewşa nexweşan pêwist dike ku wek kesên astengdar bi rapor be ku ên alîkariya wan dikin jî meaş bigrin. Ev rêk û pêk divê an berfirehtir bibe an jî bi awayekî taybet were çareserkirin. Daxwaziya me di vî warî de heye. Lewre li heremê jî aborî pirsgirêkek mezin e.''
Dr. Aydın ani ziman ku nexweşên xwe yên navenda navçê bi derfetên xwe dikarin bînin lê kesên ku li gunda dijîn encax bi derfetên xwe dikarin werin û ji ber vê heqê rê jî li malbatan dibe barekî giran. Dr. Aydın der barê rewşa malbatên nexweşan de jî axivî û bal kişand ku malbata Zarîfe jî ji vê pirsgirêkê bi gazince û got: '' Heger gengaz be em dixwazin ji bo van nexweşan ji weqfa alikariya civakî an ji qeymeqamê fonên alîkariyê were dayin. Di vî warî de divê saziyên heremê bi rêk û pêk pirsgirêkên van nexweşan çareser bikin. '' Dr. Aydın da ragihandin ku nexweşên wan berê ji qeymeqamî û weqfa alikariya civakî bi pergalî alikarî digirtin lê niha ev qut bûye û malbat Ji ber vê bi gazincin. Aydın da zanîn ku malên nexweşan tê ziyaret kirin û li gor eşyayên malê û hwd.. alîkarî tê birin.
'Çareseri bexşkirina azayan e'
Aydın di der barê rewşa Zarîfe Kinik de jî axivî û diyar kir ku Zarîfe berî têkeve diyalîzê du salan bi şikayeta hiper tansiyon û xirabûna rewşa giştî tedawî bûye û niha ji ber ku her du gurçikên wê îflas kiriye xistine dîyalîzê. Aydın anî ziman ku zehmetiyên diyalîzê pir e û çareseriya wê jî bi neqla gurçikan gengaz e. Aydın axaftina xwe wiha domand: '' Niha li Tirkiyê ji ber ku bexşkirina azayan pir kêm e ji kadavrayan aza girtin pir pêk nayê. Divê em ji kesên zindî bigrin lê li gor îstatistikan hejmara van jî têr nake. Ên hene jî her tim li hev nayê. '' Aydın destnişan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşniyarên xwe peşkeşi berpirsyara kirine û got: ''Em dibêjin bila xizmên kesên nexweş ji bo bexşkirina gurçikê werin teşwik kirin û bi meaş werin girêdan. Em bawerin ku ev ji bo çareseriyê dê bibe gavek girîng. Bi vî awayî mesrefa ku li dîyalîzê dibe jî dê ji holê rabe. Lê ya herî girîng û encamgirtî bexşkirina azayane. Divê hemû welatiyên me li hember vê bi hestiyar be.''
(rc)