Li Rojava yekemîn navenda şêwirmendiya pîskolojîk

09:07

Perwîn Xelîl /JINHA

QAMÎŞO - Desteya Jin a Kantona Cizîrê ji bo buyerên pîskolojîk ên jinan û zarokan li bajarê Qamîşlo yekemîn navenda şêwirmendiya pîskolojîk wê bê vekirin.

Desteya Jin a kantona Cizîrê ji bo rewşên jinan û zarokan ên civakî û pîskolojîk projeya şêwirmendiya pîskolojîk dewrî rêveberiya kantonê kir û Rêvebira Xweser vê projeyê erêkir. Derbarê vekirina Navenda Şêwirmendiya Pîskolojîk de Cîgira Seroka Desteya Jinan a kantona Cizîrê Hêva Erebo axivî û armanc û giringiya vekirina vê navendê anî ziman.

'Ev proje alîkariye ji bo tevahî jinan e'

Hêva Erebo wiha dest bi axaftina xwe kir: ''Em desteya jin ji dema avakirina vê desteyê hemû xebatên jinan me hilgirtin ser milên xwe û ji bo jinan û zarokan me gelek proje pêkanîn di warê civakî û aborî de. Her wiha em amedekariya vekirina Navenda Şêwirmendiya Pîskolojîk dikin. Li Kantonan heya niha nevendek a şêwirmendiya pîskolojîk ya jinan ne hatiye vekirin. Ji ber ku di nava civaka me de hîn ji bo van navendên bi vî rengî nêrînekî pozîtîv heye, her kes naxwaze serî li navendên bi vî rengî bide. Di van salên dawî de ji ber şerên ku qewimiye û şidetên ku ji aliyê mêran ve pêk tê rewşê gelek jin û zarok di warê pîskolojîk de xirab bûye. Girîngiya vê navendê ji bo me ew e ku jin bikaribin pirsgirêkên xwe li vir bînin ziman û çareser bikin. Ji ber ku gelek caran ji ber bandoriya derdor a li ser mirov dihêle ku dahûrandinê mirov xirab bibe û pirsgirêkên cûda derbikeve. Navendek wiha dê pêşî li gelek pirsgirêkan bigre û rolek baş a çareserkirinê bileyize. Ev projeyek a mirovahiyê ye dê bikeve xizmeta jin û zarokan."

'Pirsgirêkên civakî bi riya pîskolojiyê mirov çareserkirinê re wê derbasbibe'

Hêva wiha behsa projeya navendê kir: "Ji bo ku em bikaribin xizmeta kesên ku pêwistiya wan bi dermankirina di aliyê pîskolojîk de hene bikin, me wek desteya jin vê projeyê pêşkêşî rêveberiya xweser kir û ev proje ji aliyê wan ve hat erê kirin. Niha em di nava amedekariyê de ne û ev proje wê weke xizmeteke dildarî be ji bo hemû jinan. Ev navend ne tenê çareseriya pirsgirêkê pîskolojîk e di heman demê de gelek jin û zarokên ku rastî tundiyê tên dê bibe navenda çareserkirina wan pirsgiran jî. Bi gişît hem di warê civakî hem jî di warê aborî de dê derfetê başkirina civakê tê pêkwere û emê di demek nêzde vê navendê vebikin."

'Projeyên me heye ku em li hemû bajarên Rojava vê navendê vebikin'

Hêva behsa şêwirmendên ku wê li navendê bixebitin û wiha pêde çû: ''Şêwirmendên ku dê di Navenda Şêwirmendiya Pîskolojîk de bixebitin de kesên pispor bin û kesên ku di warê şêwirmendiya pîskolojîk de jî bi tecrûbe bin. Ji aliyekî di jî wê girûp ji bo perwerdekirin û amedekirina endamên din jî werin kirin. Ji ber ku kesên pispor ên ku niha bixebitin hijmara wan kême û em li gorî wê yekê niha tevdigerin. Ji bo jin û zarokên ku pêwistiya wan bi vê beşê heye wê bi wan re eleqedar bibin. Kesên ku nekaribin werin Navendê jî dikarin bi riya telefonê pirsgirêkê xwe vebêje û li gor wê yekê dê were derman kirin."

Hêva derbarê vekirina Navendê de jî wiha got: ''Ji ber ku herî zêde li bajarê Qamîşlo me ev pirsgirêk bihîstin û dîtin û ji ber Qamîşlo bajarekî mezine û hijmara himwelatiyên wê pirin me biryar da ku em Navenda Şêwirmendiyê a Pîskolojîk ya yekm li bajarê Qamişloyê vebikin. Di demê pêş de eger encamên baş em bi dest bixin emê li hemû bajaran vê navendê vebikin."

(rc)