Li Silêmaniyê Mîhrîcana nexweşên derûnî pêkhat

16:08

JINHA

SİLÊMANÎ - Li Nexweşxaneya Soz a Derûnî ya Silêmaniyê ji bo nexweşên derûnî Mîhrîcanek hat lidarxistin.

Li Nexweşxaneya Soz a Derûnî ya Silêmaniyê ku taybete be nexweşên jin ên derûniya wan xirabûyî, seat 09:00’an de Mîhrîcanek bi beşdarûban Hêro Ehmed Îbrahîm û sedan kesî hat lidarxistin. Di Mîhrîcanê de berhemên bi dest hatine çêkirin ên weke tizbî, bazinên dest, cil, gore û hwd. , gûlên xwezayî, çalakiyên werzîşî, pêşkêşkirina mûzikê û nîşandana cureyên xwarinê cih girtin.

Vekirina Mîhrîcanê ji aliyê Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hêro Ehmed Îbrahîm ve hat kirin.

Di derbarê armanca lidarxistina Mîhrîcanê de endama Rêveberiya Nexweşxaneya Soz a Derûnî Mihemed Resûl axivî û balê kişand ser berhemên ji aliyê nexweşan ve yên ku tê hilberîn û ji bo nexweşiya wan derbas bibe karên bi vî rengî ji wan re dibe çavkaniya moralê.

Mihemed Resûl diyar kir ku ew dixebitin da ku di civakê de kesên di warê dernûnî de nexweşin, wan jê rizgar bikin.

Mîhrîcan bi temaşekirina berhemên hatine nîşandan berdewam dike.

(rc)