Ji bo jinan semînera tenduristiyê hate lidarxistin
16:05
JINHA
DÊRIK- Komîteya Kar û Barên Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dêrik semînereke derbarê rawestandina ducaniyê lidar xist.
Di çarçoveya çalakiyê zanestiyê yên ku Komîteya Kar û Barên Jinan a girêdayê Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê pê radibe, komîteyê semînereke li ser rawestandina ducaniyê bi beşdarbûna dehan jinan lidar xist. Semîner li navenda Çand û Hunerê ya Dicle hate lidarxistin.
Di semînera ku bi rêzkirinê destpê kir, Doxtor Nesrîn Reşîd balkişand ser bandora rawestandina ducaniyê û hin nexweşiyên jinan şîrove kirin.
Nesrîn diyar kir ku kêmbûna zanistiyê li gel jinan dibe sedema gelek nexweşiyan û ji jinan xwest ku şêwira bijîjkan bike.
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.
(rc)