Ji bo ku jin ji penceşêrê bên parastin divê salane qontrol bê kirin
09:31
Beritan Canozer -Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Pispora Zayîna Jinan ya Nexweşxana Memorial ya Amedê Neval Yaman Goruk diyar kir ku ji komên herî zêde rîska penceşêrê digirin jinin. Neval da zanîn ku ji bo jin xwe ji vîrosê biparêzin divê teqez aşiya HPV danin û salane bi rêkupêk bên qontrolkirin.
Faktorên genetîk, biyolokîk, zayendî û nêzîkatî dibin sedema rîska penceşêrê bi jinan re. Pispor didin destnîşankirin ku herî zêde penceşêr ji tiştên weke çixare, bê tendurist têkiliyên zayendî, bê tendurist beslenme çêdibe. Pispora Zayîna Jinan ya Nexweşxana Memorial ya Amedê Neval Yaman Goruk bilêv kir ku ji bo kêmkirina rîska penceşêrê divê bi rêkupêk qontrol bê kirin, her çendî gilî nebe jî divê teqez qontrol bê kirin. Neval derbirî ku her sal teqez herî kêm salê carekê jin dibin qontrola jinekologan re derbas bibin.
'Divê her sal bi rêkupêk qontrol bê kirin'
Neval ev agahî dan: "Herî zêde penceşêra pêsîran tê dîtin. Penceşêra organên hilberînê, penceşêra rehîmê, penceşêra hêgan û penceşêra devê rehîmê bi giştî ji 3 beşan pêktê. Yek ji penceşêra herî zêde tê dîtin jî penceşêra rehîmê ye. Herî zêde jî di jinên temenê wan mezin de tê dîtin. Ne di jinên 40 salî de herî zêde di jinên temenê menepozê ji 60 heya 70 saliyê de tê dîtin. Nîşanên wê piştî menepozê bi giştî dîtina xwînê ye. Nexweş zêdetir bi van giliyan tên. Dema zu bên teşhîskirin di aliyê cerahîde bêguman mudaxeleya wê gengaze. Ji ber wê jî em herî zêde bang li jinan dikin ku bi salane bên qontrolkirin. Dema ku piştî menepozê jî bê dîtin divê neyê îhmal kirin."
'Di penceşêra hêkan de rîska mirinê hîn zêdetire'
Neval anî ziman ku yek rengên penceşêrê ya zêde di jinan de tê dîtin jî penceşêra hêkane, ev rengê penceşêrê jî zêdetir di jinên temenê wan mezin de tê dîtin. Neval bilêv kir ku penceşêra hêkan zêdetir di jinên temenê wan di nava 70 û 80 saliyê de tê dîtin û wiha domand: "Ev penceşêr hinek sinsiye zu nîşanên wê dernakevin. Dema ku nîşanên wê derdikevin jî piranî di asta bilind de tê dîtin. Ji ber wê jî hinek tedawiya wê zor dibe. Ev rengê penceşêrê ya ku herî zêde rîska mirinê zêdeye." Neval balkişand ser turek din yê penceşêra devê rehîmê û wiha berdewam kir: "Ev rengê penceşêrê ji ya hêkan û rehîmê hinek cudaye ji ber di temenek biçuk de derdikeve."
'Zu teşîskirina penceşêra devê rehîmê giringe'
Neval da zanîn ku penceşêra devê rehîmê di asta civakî û çandî de bi navê vîroza HPV yê dibe. Neval destnîşan kir ku ji sedî 95 vîroza HPV bandor dike û wiha got: "Hem nasîna vê vîrozê û hem jî tedawiya wê gengaze. Ji ber wê jî penceşêra devê rehîmê yek ji penceşêrên ku dikare pêşî lê bê girtine. Nasîna wê wekek rotîn yan jî bi taramayên HPV yê derdikeve holê." Neval wiha qala belirtiyên penceşêra devê rehîmê kir: "Piştî têkiliyên zayendî xwînbûyîn û herikîna vajinayê ye. Dema ku teşîsa wê hat kirin tedawiya cerahî gengaze lê beriya penceşêra devê rehîmê çêbibe teşîs kirin hîn zutir dikare pêşî lê bê girtin."
'Ji bo ku ji penceşêrê xwe biparêzin aşiya HPV divê bê kirin'
Neval bilêv kir ku penceşêra devê rehîmê bi aşiya HPV yê tê kirin û wiha dom kir: "Dema ku aşiya HPV yê hat kirin girêdayî wê êdî aşiyek jî tê kirin. Di gelek welatan de ew aşî bê muçe tê kirin, lê li welatê me bi muçeyek diyarkirî tê kirin. 3 dozên vê aşiyê hene. Em tayîbetî jî vê aşiyê ji bo jinên ciwan pêşiniyar dikin. Herî zêde jî divê jinên temenê wan di nava 12 û 26 saliyê de vê aşiyê bikin. Ev aşî heya 45 saliyê jî dikare bê danîn. Ji bo xwe ji penceşêra devê rehîmê biparêzin divê di temenê biçuk de xwe ji têkiliyê zayendî biparêzin, çixarê ne vexwin ji ber bi van rêyan zutir dikare xwe bigihîne. Heger ev bên dîqat kirin û bi awayek norbal bijîn dikarin xwe ji penceşêra devê rehîmê biparêzin."
(zt)