Li Şengalê ji ber germahiyê nexweşiyên zarokan zêde dibin

17:00

JINHA

ŞENGAL - Şandek ji Wexfa Jinên Azad a Rojava û Kantona Cizirî serdana çiyayê Şengalê kirin û welatiyên Êzidî yên nexweş kontrol kirin. Bijîşkan diyar kirin ku ji bo metirsîdara nexweşiyên belavbûyinê pêwîstî bi derman û nexweşxaneyan heye.

Şandeya ku ji bijîşkan pêk tê ji Kantona Cizîre hatin serdana çiyayê Şengalê kirin. Di nava şandê de bijîşkên nexweşiyên zarokan, jin û hinav hene. Şandeya bijîşkan li aliyek venêrîna nexweşan dikin aliyekî jî bi penaberan re sohbetê dikin û guhdariya pirsgirêkên wan ên tendirûstî dikin. Endamê şandeya bijîşkan Dr. Yûsif Hemîd Elî diyar kir ku piştî komkujiya Şengalê bi taybet di çokên kesên bi temen de pirsgirêk derketine û wiha got: "Ji ber piştî komkûjiyê welatî baş nehatine xwedîkirin, di kesên bi temen de pirsgirêka çokan derketiye. Pêwîstî bi derman û amûrên paqijiyê hene."

Pisporê zarokan Dr. Hamid Xeyrî Mihemed jî diyar kir ku germahiya zêde pirsgirêkên cidî di zarokan de çêdikin û wiha dom kir: "Ji ber germahiya zêde û tûnebûna ava paqij, pirsgirêkên cidî di zarokan de çêdibin. Bi taybet nexweşiyên gedek, kolon, zigçûn, çerm û roviyan di zarokan de peyda dibin. Ev nexweşî çavkaniya xwe ji germahî, kêmbûna zad û ava paqij digirin. Her wiha di kampên li çiyayê Şengalê de zêde paqijî tûne ye, him di zarok, him jî di kesên din de pirsgirêkên çavan jî derdikevin. Ji bo çareseriya van nexweşiyan pêwîstî bi derman, amûrên paqijiyê û ji bijîşkên dildar hene."

Endama Wexfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed jî bang li kesên welatparêz û bijîşkan kir ku alîkariya Êzidiyên li Şengalê bikin. Axîn wiha berdewam kir: "Welatiyên li Şengalê di werza havînê de zorî û zehmetiyên mezin dikêşin. Pêwîstî bi nexweşxaneyekê heye. Bi taybet di zarokan de nexweşiyên çav, gedek û çerm derdikeve holê. Wekî şandeyek Rojava wê serdanên me yên li Şengalê bidomin. Em ê hewlbidin pirsgirêkên gelê xwe yên tendirûstiyê çareser bikin. Lê pêwîstiyên ji bo gelê Şengalê bi derman, bijîşkên dildar û ji nexweşxaneyan re hene."

(rc/ch)