Heyva Sor a Kurdistanê li Kampa Êzîdiyan de dixebitin
09:46
Rûken Dêrik /JINHA
DÊRIK - Penaberên Şengalê yên li kampa Newroz ya Dêrikê dimînin, pêdiviya wan a tenduristî û derûnî ji aliyê xebatkarên Heyva Sor tên pêşwazî kirin. Xebatkarên jin ya Heyva Sor a Kurdistan diyar kirin ku astengiyên herî zêde ew di warê derman peyda kirinê de dikşînin.
Penaberên Şengalê yên ku li Kampa Newrozê ya bajarê Dêrik a Kantona Cizîrê dimînin rastî astengiyên peyda kirina dermanan tên. Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê yên ku 24 saet di xizmeta kampê de ne anîn ziman ku ew di peyda kirina dermanan de astengî dikşînin û her wiha ji ber germahiya zêde nexweşî li kampê zêde bûne.
'Li gorî derfetên heyî em xebatê xwe bi rê ve dibin'
Rêvebira Taxa Rojhilata kampa Newroz û xebatkara Heyva Sor a Kurdistanê Newroz Xelîl derbarê xebatê xwe de agahî da û got: "Ez di Kampê de xizmetên tenduristiyê dikim. Ji bo gelê Êzidî yên Şengalê çi erk ji me tê xwestin em hewldidin ku bê qisûr bi cih bînin. Derfetên di destê me de gelek kêm in û em astengiyan dikêşin. Ji ber şert û mercên kampê gelek nexweşî çêdibin. Herî zêde jî zarok ji vê yekê bandor dibin. Nexweşiya herî zêde di zarokan de xwe dide pêş jî zik êşî, yên ku temenê wan mezin jî nexweşiya şekir û dil, zêde tê dîtin."
' Dewleta Tirk derbasbûna dermanan asteng dike'
Berpirsyara dermanxaneya Heyva Sor a Kurdistan Rûken Mihê derbarê asteng kirina dermanan de nêrînên xwe anî ziman û got: "Li gorî derfetên destê me de em hewldidin ku pêdiviyên gel bi cih bînin. Piştgirî û alîkariya ji bo gel tên lê dewleta Tirk li ser sînor vê alîkariya mirovahiyê asteng dike û nahêle derman derbasî Rojava bibe."
Xebatkarê Heyva Sor Sima Xalîd got: "Gel û zarokên Êzidî ji komkujiyê rizgarbûne lê derûniya wan ne başe. Ji bo guhertina vê rewşê gelek hewldanên me pêş dikevin. Di nava kampê de cihê leystokê yên cur be cur hatiye vekirin ji bo zarokan, ku tiştê jiyandinê bi vî awayî hinek ji bîr dikin. Lê ev yek têrî derbaskirina wan tirajediyên ku jiyan kirine nake. Ji ber vê yekê pêdivî bi alîkariyan hene. Ji ber ku ez xizmetek wiha ya mirovahiyê dikim jî gelek kêfxweş im."
Berpirsyara derûniya zarokan Canfeda Xelîfa got: "Karê me gelek giran û zehmete. Hêjmarek mezin a koçberên Şengalê li kampê dimînin û pêdiviyên wan di her warê jiyanê de peyda kirin de em zehmetî dikêşin. Ji ber ku zarokên Şengalê raste rast hovîtiyên çeteyên DAIŞ'ê hatine rewşa wan a derûnî gelek xirabe. Ji bo derbaskirina vê rewşê me li kampê cihê werzîşê, mûze ji zarokan re vekirî û faalîyetên cûda em didin meşandin." Bêrîvan Îbrahîm jî ya xebatkarê Heyva Sor e axivî û got: "Ew heftê 3 rojan tê û bi zarokan re mijûl dibe, ji bo rewşa derûniya zarokan biguhere tiştên ji destê wan tê li gorî derfetên xwe dikin"
Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de bang li Saziyên Sivîl ên Navnetewî kirin ku li hember gelê Şengalê bi hestiyar bin û alîkariya gel bikin kirin.
(rc/ch)