Xwe ji germahî û mêşan biparêzin

15:42

Hêlîn Yildirim /JINHA

AMED - Pispor ji bo ku mirov xwe ji germahiya mehên havînê biparêzin bikaranîna kremên rojê û ji bo pêvedana mêşan jî kremên parêzêr pêşniyardikin.

Li gel germahiya havînê pirsgirêka herî zêde çermê mirov zararê dibîne. Bi taybetî jî di saetên ku tîrêjên rojê xwe rasterast berdide canê mirov, zirarên mezin dide çerm. Pisporê Nexweşiyên Zayendî û Çermê Hamze Aktaş, dibêje ku, li gel tîrêjên rojê, divê li hemberî pêvedana mêş tedbîr werin girtin û her wiha li hember mêş û kêzikên li dora baxçe û parqan hesas bin. Hamze da zanîn ku li hember reaksyonê hate tespîtkirin divê serî li bijîşkan were dayîn.

'Ji bo tenduristiyê pêwîste mirov xwe ji tîrêjên rojê biparêz'

Hamze diyar kir ku pêwîste di her 12'e mehên salê de çermê xwe biparêze û qala girîgiya zararên tîrêjên rojê yên mehê havînê kir. Hamze balkişan ku divê ji her temenî mirov xwe ji tîrêjên rojê biparêze û wiha got: "Ji xwe em pêşniyar dikin ku divê 12 meh xwe biparêzin lê bi taybetî mehên havînê. Li cihê ku roj lê bibandor e hemwelatî pêwîst e bêtir baldarbin. Lewra di mehên havînê de ji rojê xweparastin şert e. Ji rojê xweparastin tenê bikaranîna şewqe, meşa di siyê de û derneketina devre nîne. Bikaranîna kremên rojê jî heya astek mimkûne ku biparêze. Li gel ku roj zêde be derneketina devre jî yek ji tedbîrên giring e.”

'Mirov ji bo ku xwe ji rojê biparêzin dikarin krema rojê bikarbînin'

Hamze daxuyand ku, bi tabetî jî 15-20 deqîqe beriya derketina derve divê krem li rû û cihên ku roj lêdixe were têdan wiha berdewamkir: “Lê kesê zêde li ber rojê dimînin divê rojê 4 saeta carê pêkbînin. Em di havînê de ne, kesên ku diçin betlenê gava ku ji avê derdikevin piştî ku xwe zuhakirin divê kremên ji rojê parêzer dîsa li xwe bidin. Divê kremên ku ji dermanxaneyan nehatine girtin neyên bikaranîn. Divê serî li bijîşkan bixin. Kremek ku li çermê we neyê kare zirarê bide çarmê we. Di laşê mirov de şewat pêktê. Ji bo ku xwe biparêzin heya ji dest tê divê di siyê de were sekinîn. Pêwîste di saetên nîvro 1-2'an de li ber rojê serzik ranekeve. Yên ku canê wan 2 derece şewitîbe nexweşiyên avgirtî çêdibe di laş de. Bi taybetî jî zarokên temenbiçûk, nexweş û kesên extiyar gava ku tav zêde ye divê dernekevin derve.”

‘Li hemberî pêvedana kêzikan divê kremên parêzer werin bikaranîn’

Hamze anî ziman ku, mehên havînê piştî şewatên rojê ew bi bûyerên pêvedana kêzikan re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: "Bi taybetî jî zarokên ku hesasiyatên wan zêde ne bi girtina hinek tedbîran ve werin parastin. Ji vana yek di bin kuleyên de razandin, bi dermanên ji mêşan diparêzin wan biparêzin. Gava diçin park û baxçeyan divê kremên parêzer werin bikaranîn. Herî kêm ev dibe pêşbergiriyek. Lê gava kezikek pêveda teqez divê biçe bijîşkekê/î. Dikarin tedawiyên kur ê li ber reaksiyonên çerm û xwirînê bi vî aweyî bê girtin."

‘Eger di bêhngirtinê de zehmetî were kişandin divê biçin acilê’

Hamze di dawiyê de got: "Mehên havînê ji termê mirov zêde av diçe. Ji bo vê divê gelê me teqez tedbîrên xwe bigrin. Vexwarinên ron vexwin. Cûreyên reaksiyonên alerjî berfireh in. Ev ji xwirek sivik heya werimandinek li rû û çav, zehmetiya behnvedanê diçe. Di rewşên pêvedana sivik de hewcedarî bi tiştekî tuneye, bi lidarxistinek sivik jî çareserî çêdibe. Lê ku werimandinek pêkbê an jî di behnvedanê de zehmetiye çêbibe teqez dive biçin acilê û mudaxeleyek were kirin."

(kç/rc)