Ji Weqfa Jinên Azad hemleya tendirustiyê

16:12

JINHA

QAMIŞLO - Weqfa Jinên Azad a Rojava bi armanca danasîna hemleya tendrustiyê ku dê bide destpêkirin, ji endamên komîteyên tenduristiyê yên komînên jinan re civînek lidar xist.

Civîn li Mala Gel a taxa Enteriyê bi beşdarbûna bi dehan rêveberiyên komîteyên tendirustiyê yên komînên jinan ên li Qamişlo dest pê kir. Endama Rêveber a Weqfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed axivî û bal kişand ser armanca weqfê ji hemleya tendirustiyê û wiha got: “Armanca me ji vê hemeleyê ew e ku rewşa jinan di aliyê tendirustiyê de pêş bixin, her wiha da ku jin ji bo parastina tendirustiya xwe amade be û tedbîran bistîne.”

Axîn da zanîn ku hemleya wan dê li kantona Cizîrê bi vekirina dewreyên perwedeyê yên tendirustiyê û semînerên tenduristiyê lidar bixin û axavtina xwe wiha domand: “Ew hin nexweşên di nava komînan de derman bikin hemleya me dê bi alîkariya Yekîtiya Star bê lidarxistin. Weqfa jinan dê hemû pêwîstiyên jinan ku dixwazin mijara tendirustiyê de derfetên perwerdehî vebikin û dê wan di nexweşxaneyan, navendên tendirustiyê yên di kantonê de bi cih bikin. Hemleya me ne tenê wê li bajarê Qamişlo be, dê li hemû bajarên kantona Cizîrê jî çalakiyên di çarçoveya hemelyêde bêne lidarixistin.”

Piştî axaftina Axîn bi dawî bû, jinan nîqaş kirin û destpêkirina hemleyê vegotin. Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hatin dayîn.

(rc)