Li Rojava ji bo jin û zarokan kampanyaya tendurîstiyê

12:24

Ruksen Efrîn - Rojda Serhat/JINHA

QAMIŞLO - Di pêşengiya Weqfa Jinên Azad a Rojava û Yekitiya Starê li taxên Serêkaniyê û Qamişloya navçeya Qamişloyê kampanyaya tendurîstiyê hat destpêkirin. Bi vê kampanyayê tê armanckirin ku gel ji aliyê tendurîstiyê ve bê agahdarkirin û zana kirin.

Kampanya di destpêkê de bi semîrên ku komunên li taxên Serêkaniyê û Qamisloyê ji berdewkê komîteyên tendurîstiyê re hat dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de dê di komunan de semîner bên dayîn û ji bo xebatên tendurîstiyê pêşîlêgirtina nexweşiyan endemên komunan dê aktîf bi xebitin. Armanca vê kampanyayê ya sereke ew e ku beriya nexweşî di nava civakê belav bibe bê kişfkirin û pêşî li nexweşîna bê girtin. Ji ber vê yekê jî dê li hemû taxan kontrolên tendurîstiyê bên kirin. Ji bilî van jî dê ji bo tendurîstiya zarokan xebatên taybet bên meşandin. Nunera Yekitiya Star Hanîfe Muhamed mabesta kampanyaya hatiye destpêkirin bi van gotinan anî ziman: "Armanca me ya sereke ew e ku parastina tendurîstiya jin û zarokane."

Nunera Weqfa Jinên Azad a Rojava Axin Amed jî bal kişand ser xebatên tendurîstiyê û wiha got: "Em jî wekî weqfê vê kampanyayê destek dikin û em ev 8 mehin xebatên tendurîstiyê li sê kantona jî didin. Di bin banê me de xebatkarê komîteyên tendurîstiyê hene, em bi vê kampanyayê hewl didin ku bigihijên jin û zarokan û wan derman bikin. Divê em komîteyên xwe bi hêz bikin û rexistina xwe xurt bikin."

Axîn Amed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Em ê vê kampanyayê bi Yekîtiya Starê re bidin meşandin. Em ê li hemû taxan bi komîteyên tendurîstiyê yê komunên taxan re semînerên tendurîstiyê wan perwerde û zana bikin. Em ê wekî jin pêşengiyê ji vê kampanyayê re bikin."

(aw)