Ji ber germahiya havînê ya zêde ji welatiyan re hişyarî

10:57

JINHA

MÊRSÎN - Ji Nexweşxaneya Doguş a Tanrıovera Taybet, Bijîşkê Pispor a Beşa Nexweşiyên Hindirîn Yalçın Aslan ya Mêrsînê, ji ber germahiya zêde ya havînê welatî hişyar kirin û xalên ku pêwîste bên berçav girtin vegotin.

Di mehên havînê de gelek kes bi armanca ku batlene bike plansazî çêdike. Lê di van mehên gerim de rastî gelek nexweşiyan tên. Tehlûkeyên herî zêde ên ku xwe dide pêş; germahiya zêde, ji ber tavê şewatên can, îshal, her wiha enfeksiyona derya û hewizan pêk tê. Ji Nexweşxaneya Doguş a Tanrıovera Taybet, Bijîşkê Pispor a Beşa Nexweşiyên Hindirîn Yalçın Aslan diyar kir ku ji bo batlaneyek bi tendûrist pêk bê hin xalên girîng anîn ziman.

'Divê cil li gorî cihê ku diçe bê amede kirin'

Yalçin da zanîn ku pêwîste cil li gorî ku mirov diçinê bê amede kirin û wiha got, "Eger difikirin ku seyhetek di nava welat de bikin; divê cil li gotî wê bê amede kirin. Li gel cilên havînê; ji bo êvarê cilên bi mil û şal divê li gel xwe hilgirin. Kesên ku nexweşiya wan kronîke divê dermanê xwe li gel xwe bigrin. Eger wê dem li otelê derbasbike divê xwarinê wir bê qontrol kirin. Cilên ku di betlane de pêwîste bên tercîh kirin, cilên ku rojê nekşîne, rengên vekirîbin, cilên ku xûhdanê bikşîne divê bên girtin. Cilên ji van cûreyan mirovan ji tîrêjên dijwar yên rojê diparêze."

'Pêwîste li hember tîrêjên rojê kremên bi bandor bikar bînin'

Yalçin got, "Eger mirov herdem di avê de bimîne tebeqeya cild zerarê dibîne. Av her çiqas çerm biparêze jî her wiha ji enfeksiyonan re jî vekirî dibe. Ji ber vê yekê; em ji saetek zêdetir pêşniyar nakin ku kes di avê de bimîne. Li dijî tîrêjên rojê yên gerim kremên bi bandor divê bê bikar anîn. Kesên ku ji bo nexweşiyên mantarê derman vedixun divê dernekevin ber tavê. Ji ber ku hin dermanan dibe sedem ku li ber tavê rengê çerim digihere."

'Li dijî germahiya zêde rêbazê herî rast duş standine'

Yalçin anî ziman ku di mehên havînê de ji bo ku mirov hunik bibin rêbazê herî rast duş standine û wiha hişyarî kir:

"Bi duş standinê mirov hunik dibe û kêm xûh dide. Pêwîste bi avê gelek sar duş neyê standin. Bi taybet kesên ku bi wan re nexweşiya dil hebe divê bi dîqet tevbigerin. Bila avek ne sar û ne jî gerim be. Kesên ku hewiz û derya tercîh dikin divê paqijî bê dîqet kirin. Pêwîste pemûyê guhan û berçavkên avê bi kar bîne. Zarok berî ku biçin betlanê divê aşê Hepatît bên kirin. Li hember enfeksiyonan dora avê divê bê şimik neyê gerîn. Piştî ji avê derdikevin pêwîste cilên xwe biguherin û duş bistînin. Bi cilên şil mayîn dibe sedemê mantarê vajîna û enfeksiyonan re zemîn amede dike. Ji ber vê piştî ji avê derketin divê cil bên guhertin."

(rc)