Li Til Temirê ji ber germahiya zêde di mehekê de 60 kes jehrîbûn

11:50

JINHA

TIL TEMIR - Ji ber germahiya zêde di mehekê de li bajarê Til Temir 60 kes bi jehrê ketin.

Ji ber germahiya zêde gelek mirov rastî nexweşiyên cûr be cûr tên. Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ji ber germa havînê nêzî 60 welatî di mehek de bi jehrî ketine. Nexweşxaneya bajarê Til Temirê li gorî derfetên xwe ên kêm hewlda ku hemû welatî li nexweşxanê pêşwazî bike û derman bike.

Derbarê rewşa welatiyan û nexweşiyên ku bingeha xwe ji germahiyê digre de bijîşk Mihemed Çîvî wiha got: "Ji ber bilindbûna pileya germahiyê 60 welatiyê me bi jehrê ketine. Li gorî derfetên destê mede me hewlda ku em derman bikin. Sedema jehrbûnê yek ji xwarinê ne paqij bingeha xwe digre. Divê welatiyên me di mijarê paqijî û xwarinê xwe de bi baldarbin. Her wiha divê zarok jî ji tîrêjên rojê bên parastin."

(sş/rb/rc)