Jin ji xebatkarên Heyva Sor memnûnin
09:44
Gulîstan Bekîr /JINHA
QAMIŞLO - Heyva Sor li bajarê Qamişloyê bê navber piştgirî dide nexweşxaneyan û pêdiviyên tenduristî pêşwazî dike.
Heyva Sor a Rojavayê Kurdistanê di meha 12'ê Berfanbara 2012'an de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên xwe avakir. Jinên ku li navenda Heyva Sor a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê xebatên xwe dimeşînin, bê navber erkên xwe bi cih tînin. Jinên ku li navendê dixebitin wiha behsa xebatên xwe kirin.
Jina bi navê Ezîze Îbrahîm wiha got: "Xebatên me her sibê di saet 8.30'an de despêdike heya 14.30'an didome. Nexweşên ku serî li bijîşkan didin em qeyda wan dikin. Sibê bijîşkê zarokan tê heya saet 11'an, piştî wê jî bijîşkê nexweşiyên hûndirîn tê û xebatê xwe didin meşandin. Em jî li gorî wê derman didin nexweşan. Di rewşên awerte de em diçin çeperên şer û mudaxeleya birîndaran dikin."
Ezîze diyar kir ku ew astengî di peyda kirina dermanan de dibînin û wiha domkir: "Li bajêr carnan hinek derman peyda nabin, lê belê hemû cûreyên dermanan em li ba xwe digrin. Pirsgirêkê peyda kirina dermanan heye li vir. Ji bo em pêşî li hendek nexweşiyan bigrin jî me dest bi tamandinê kiriye. Navenda Heyva Sor di xîzmeta gel de ye her dem, di rewşên awerte de jî çi alîkarî ji me bê xwestin bê sînor em amede ne bikin."
Enûd Nayîf a ku li bajarê Qamişloyê dijî derbarê xebatên Heyva Sor a Rojava de nêrînê xwe parvekir û wiha got: "Di serî de ez spasiya xebatkarê Heyva Sor dikim. Ji ber ku bê navber kedek mezin li ber gel didin û dixebitin. Nexweşiya Şekir bi min re heye, çi ji destê wan tê dikin û derman ji min re peyda dikin. Ji wê zêdetir ma wê çibikin?"
Jina Ereb Ebîr Husên Ehmed jî wiha got: "Ez nexweşbûm û hatim navenda heyva sor, bijîşkan ez li vir derman kirim û derman dan min. Heyva Sor a Rojava bêy ku cûdahî bikin nav pêkhatiyan de xebatên xwe didomînin. Bi hêvîme ku ev navend dema pêşde firehtir bibe."
Bedriye Salîh wiha qala rewşa xwe kir: "Nexweşiyê min a dil heye û rewşa me ya aborî ne başe. Ji ber vê yekê min berê xwe da navenda Heyva Sor. Riyê alîkariyê tê asteng kirin ku derman bê vir. Ev yek jî welatî bandor dike. Divê rê bên vekirin û alîkariyê mirovahî û derman bên Rojava. Ji ber kedê xebatkarê Heyva Sor jî ez spasya xwe dikim."
(rc)