Tenduristvan: li hemberi mafê jiyanê hurmetî nemaya emê jî bibin mertalên zindî

10:43

JINHA

AMED - Rêveberiya Şaxa SES'a Amedê Yekta Yıldız anî ziman ku li Kurdistanê tehlîkeya qetlîamên mezin hene û wiha got; "Weke demildest ji bo çaraseri pêk neyê li Kurdistanê gelek qetlîmên pêk werin û gelek kesê jiyana xwe ji dest bidin. Em karkerên tenduristiyê vê yekê qebul nakin. Divê em çalakiyên mezin bikin. Heke pêwîst be emê bibin mertalên zindî."

Bajarên Kurdistanê ji aliyê leşker û polîsan ve hatine dorpeçkirin, karkerên tenduristiyê yên ku di şert û mercên şer de jî karê xwe dikin niha polîs karê wan asteng dike. Gelek kes piştî erîşa polan ji ber ku tedavî nabe an jiyana xwe ji dest dine an jî seqet dimîne. Endama Lijneya Şaxa SES'a Amedê ya Girêdayî KESK'ê Yekta Yildiz anî ziman ku şerek bê ehleq heye nahêle ku tendiristvan jî karê xwe bidin meşandin û got: "Em ji rewşa ku tendiristvan têdene pir endîşe dikin."

'Em giringiyê didin jiyana mirovan'

Yekta wiha got; "Em weke tîmarkeran ev demeke di bin zordestî û tehdîta polîsên hukumetê de karê xwe didin meşandin. Ev ji bo me tabloye ke pir giran e. ji aliyêki mirov difikire em karê xwe çawa baş pêk binîn, leşker, polîs, gerîla ji bo ferq nake ji ber ku nexweşak tê nexweşxanê û em hewl didin ku ew nexweşê tê em baş bikin. Ev demên dawî em hemû bûn şahîdê van zordestiya. Hevalên me ku peywira xwe dikin rastî tundî, lêdanê tên û li Cîzrê hevalekî me hate qetilkirin jî.

'Di nexweşxanê de hevalên me rehîn hatine girtin'

Yekta destnîşan kir ku bondora psîkolojiya şer ya herî xerab li ser wan tê meşandin û got; "Ji ber ku Tîmerkar her tim bi gel re ne û hemû tişta dibinîn. Ez bawer dikim ku ev peyvir yê bi serkeftin dawî bibe. Hevalên ku xwestin biçin li Cîzrê û hevalên ku di nexweşxanê rehîn hatine girtin em agahiya ji wan nagrin. Li ser ve yekê me agahiya mirina zaroka 35 roja girt.ji bo me rewşeke pir xemgîne,neçûyîna ambalansa ya taxan jî em qebul nakin. Çi dibe bila bibe divê ambulans biçe cîhê bûyerê û nexweşa bigre.

'Bê deng bûna wezîrê tenduristiyê em mene nadin'

Yekta bilêv kir ku Wezîrê tenduristiyê her tim spasiya xwe pêşkeşî servîsa acîl ya 112'a lê rojên dawî serkeftina vê yekê jî wan nedît. Yekta wiha got; "Demên dawî dijberî vê yekê heye, gel terkî mirinê dikin û mexdur dibe. Di rewşeke wisa de bê dengbûna wezîrê tenduristiyê em mene nadin. Mesele ne tenê kurd in, niha polîs, leşker jî cîhê bûyerê de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo raya tu tiştê nekirin nema. Kê miriyê kê mane ne xema wan e. Ev tiştên tên kirin raya zêde nake ji dijberî wê mirovan pir hêrs dike."

'Divê bernamên çalakiyên mezin bê kirin'

Yekta herî dawî ev bangavazî kir "Ev şerê tê jiyandin tu kes tişta qezenc nake. Divê hinek demildest tiştên ku li Cîzrê tên jiyankirin bide sekinandin. Ji ber ku sê rojin li wir zarok tên kuştin,birçû bê mama mane. Di taxan de ceyran û av nîn e. welatî niha pir mexdurin. Ev tiştên ku tên jiyandin tu zagonên şer te tunin. Hetanî niha firin û eczane vekiribûn. Ev tiştên tên jiyandin ji derve mirovatiyê ne. Wekî demildest çareseri neyê dîtin gelek kes jiyana xwe ji dest bide. Em wekî karkerên tenduristiyê ve yekê qebul nakin. Divê çalakiyên mezin werin kirin. Wekî pewîst be em bibin mertalên zindî. Em nikarin di malên xwe de bê deng runên. Çi dikeve ser milê me em wekî rêxistinên karkeran emê bikin."

(pk)