'Divê yên mirovan ji mafê wan ê tenduristiyê bê par dikin û terkî mirinê dikin bên darezandin'
10:35
JINHA
AMED - Li Cizîrê 7 rojin dibin dorpêçê de şer berdewam dike. Di nava şer de mirov ji mafê xwe yê tenduristiyê bê par hatine hiştin û terkî mirinê kirine, desturê nadin nexweş û birîndaran bibin nexweşxanê. Li hemberî vê rewşa wijdanê mirovan diêşîne xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku divê yên vê didin kirin û yên dikin di hiquqa navnetewî de bên darezandin.
Berxwedana gel a li hember sucê şerê tê kirin di roja 7'an de li Cizîrê bi dorpêçê berdewam dike. Li navçeya ku qedexeya derketina kolanan heye, dibin dorpêçê de agir berdidin malan, ji zarokên nû tên dinê heya jinên diwelidin gelek nexweşên lezgîn nikarin bibin nexweşxanê û birîndar ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest didin. Li bajarê 10 kesan têde jiyana xwe jidest dane, ji wan 7 kes birîndarên dema bigihana nexwşexanê û mudaxeleya wan kiribana dikarîn bên rizgarkirin, ji ber windakirina xwînê jiyana xwe jidest dane. Xebatkarên tenduristiyê di nava nexweşxanê û bajêr de kilît bûne dixwazin peyîwira xwe bikin û di aliyê wijdanî de kêmekbejî xwe rehet hîsbikin, lê xebatên wan tên asteng kirin.
'Xebatkarên Tenduristiyê dibin tindî û tehdîdan denin'
Endama Meclisa Tendiristiyê ya KCD'ê Huliya Uyanik Alokmen diyar kir ku ew bûyerên li Cizîrê diqewimin ji nêz ve dişopînin û got: "Di encama şerê li Kurdistanê berdewam dike de de serî de Lîce li Silopî û Cizîrê jî dewlet ser nexweşxanê de digire. Bijîşk bi çekan tên tehdîd kirin. Hêzên dewletê kesên dixwazin tedawî dikin ên dinê di halê wan de dihêlin. Lê di pêvajoya em têde jiyan dikin de em gelek bûyerên xemgîn dijîn. Li aliyekê ser xebatên tenduristiyê êrîş hene, li aliyê dinê jî ev 7 rojin Cizîr dibin dorpêçê dene. cihek xwediyê şêniyek 150 hezar nahêlin welatî pêdiviyên xwe yên jiyanê bînin cîh. Bi tayîbetî jî xebatên tendiristiyê tên asteng kirin. Em bi hevalên xwe yên Cizîrê re dixebitin. Dibêjin ew dibin tindiyek gelek zor denin."
'Tenê ne bi mirinê heta desturê nadin veşartina cenazeyan jî'
Huliya anî ziman ku li Cizîrê nexweşên herî rewşa wan giran jî nayên dermankirin û wiha domand: "Zaroka 35 salî ji ber ku xebatkarên tenduristiyê nekarîn xwe bigihîninê jiyana xwe jidest da. Ew jî weke ku têr nake di nava malê de Cemileya hatî qetilkirin dayîka wê ji bo ku cenazê wê xira nebe cemedê dide ser. Dema ku mirov li van dîmenan dinêrin, em dibînin ku em hatine xalek a gotin lê hatî qedandin. Jiyana mirovan mijara gotinêye. Welatiyên sivîl ne tenê bi qetilkirinê, nahêlin cenazeyan jî definbikin. Gelê Botanê gelek ji dema avabûna tevgera azadiyê heya niha bedewan didin. Em ji hevalê xwe Eyup bigirin, hemû welatiyên li wê bûne mexdurê tindiya dewletê."
'Weke xebatkarên tenduristiyê em her dem alîgirê aştiyê ne'
Hulya wiha berdewam kir: "Her demê em hewildidin dengê xwe bilind bikin. Tenê ya me xemgîn dike nebihîstina dengê meye. Di nava dengê faşîst û nijadperestan de windabûne. Bi salane gelê kurd bi daxwazên aştiyê vîna xwe derxistin holê. Ev tiştên tên jiyankirin li rometa mirovan nayê. Ez di wê baweriyê deme hempîşeyên me yên di serî de li Îzmîr, Enqere, Çankiri û Çorumê jî bi mere di heman fikirê denin. Divê li hember vî şerî çî ji destê kê bê bikin."
'Divê astengiyên li pêşiya karê tenduristiyê tên kirin bên darezandin'
Sekretera Şaxa Sesa Wanê Figen Çolakoglu jî got: "Ev 30 salin li vî welatî şer berdewam dikin, metodên ku niha tên xebitandin berê hatine karanîn. Binavê pêvajoya çareseriyê demek a bêçalakiyê despêkir, lê aliyê hiquqî temamnebû. Partiyek siyasî ji bo 400 parlementeran bigire, qirkirinan dike, ji bo despotiya deshilatiya xwe bide meşandin her tiştî dike. Diyare yên ji bo berjewendiyên xwe ser gelê aştî xwaz de tên û polîtîkayên qirêj didin meşandin dê bi ser nekevin." Figen bilêv kir ku divê her kes deng bidin aştiyê. Figen anî ziman ku li Cizîrê di şertên ti wijdan nikarin rakin de birîndar ji mafê xwe yê tenduristiyê bê par tên hiştin, divê ev kiriyar di hiquqa navnetewî de bê darezandin.
(zt)