Heyva Sor a Kurdistan dê dest bi perwerdê bike

09:09

Sorgûl Kobanê/ JINHA

TIL TEMIR - Heyva Sor a Kurdistanê dê li bajarê Til Temir dest bi perwerdeyek tenduristiyê bike. Perwerde dê 6 mehan berdewam bike.

Bi armanca hêzkirina xebatên Tenduristiyê Heyva Sor a Kurdistanê dê li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê dest bi dewreyek perwerdê bikin. Di çerçoveya amedekariyê de ji 10.9.2015'an heya 20.9.2015'an de kesên ku temenê wan di navbera 16 û 35 salî de dikarin serî li vê perwerdê bidin. Di dawiyê perwerdê de jî wê bawername li endaman bê belav kirin.

Xebatkara Heyva Sor a Kurdistanê Şêrîn Îsmaîl derbarê perwerdeya ku bê dîtin de wiha got: "Wek Heyva Sor a Kurdistanê em dixwazin li bajarê Til Temir dewreyek perwerdê ya tendûristiyê bidin despêkirin. Ev dewre dê 6 heyvan berdewam bike. Niha me dest bi qeydkirina navan kiriye dê heya çend rojan xebatê qeydkirinê bidome. Kesên ku serî li vê perwerdê bidin divê temenê wan di navbera 16 û 35 salî de be."

Şêrîn diyar kir ku ew bi vê dewrê re dixwazin endamên pispor amede bikin û wiha domkir: "Ev dewreya tenduristiyê de berfireh bê dayîn. Em dixwazin endamên pispor amede bikin. Kesên beşdarî perwerdê bûne, dê di ezmûnan re warin derbaskirin û li gorî wê kesên serkeftî diyar bibe û bawernameya xwe bigre." Şêrîn di dawiyê de bang li welatiyan kir ku bi berpirsyar tevlî vê perwerdê bibin.

(rc)