Prof. Dr. Sibel: Di şer de jin ji mêran zêdetir bandor dibin

12:51

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Psikiyatrist Pro. Dr. Sibel Mercan diyar kir ku şer herî zêde şopên giran ser jinan dihêlin û got: "Ji bo biçuk xistinê tecawîzkirin, di aliyê derunî de tindî kirin, serdeçun, tirsandin, êrîşî nijada wan kirin van hemûyan digire nava xwe."

Halê şer ê herî xirab qetilkirin, tacîz û tecawîz her dem jin dibînin. Jin tiravmayên şer di encama tedawiyan de ser xwe di avêjin. Ji ber ku di şeran de herî zêde jin tên hedefgirtin, ji bo wê herî zêde jin cîh digirin. Bi tayîbetî jî li Kurdistanê jin giraniya şer dijîn. Îskenca li bedenên gerilaya YJA Starê Ekin Wan kirîn ji salên 90'an heya niha îskenca li ser jinên kurd dikin radixe berçavan. Di derbarê deruniya ku jin dijîn de Psikiyatrist Pro. Dr. Sibel Mercan ji ajansa me re nirxandin kir.

Sibel da zanîn ku ji dîroka mirovahiyê heya niha şer berdewam dike û wiha domand: "Şer aliyê êrîşkirinê yê dimirovan de li hember hinek dinê xwe dide nîşandane. Ev şer li hember ên dinê, êdî ên dinê civaka dinê, nijada dinê, olê din wiha berdewam dike. Di encamê de we awayê êrîşkariyê di aliyê derunî û fîzîkî de hilweşînê tîne. Hilweşîna şer derdixe holê bi mirovan re hestên baweriyê tine dike. Ev hestên nerêniyên bi şer re derdikevin holê di aliyê giyanî de mirovan nerênî bandor dike."

(zt)