Beriya cejnê baldariya şiyariyan!

14:49

JINHA

MÊRSÎN - Pisporan ji bo Cejna Qurbanê tiştên divê bên berçavgirtin şiyarî kirine. Pisporan diyar kirin ku divê kesên nexweşiyên weke dil-demar, hipertansyon, mide û şeker heyî bi tayîbetî xwe ji gelek xwarina goştê sor û şîrîniyan biparêzin.

Ji Beşa Cerahiya Dil û Demar a Nexweşxana Zayînê a Tayîbet a Mêrsînê Op. Dr. Alp Aslan balkişand ser xwarina goştê sor û şîrîniyê. Alp girêdayî bi başî girtina vîtamînan jî wiha got: "Ji ber ku hinek xwarinên weke goştê sor û şîrînî ji bo nexweşiyên weke dil, demar, hipertansyon, şeker û mîde birîskin. Dê di cejna qurbanê de xwarina goştê sor û şîrîniyê zêde bibe. Goştê sor û vîtamîna B ji bo demaran, asîta ron û kolesterolê dewlemende. Ji bo wê jî dema ku nirxê kolesrerolê zêde dibe nexweşiyên dil ên cidî derdikevin."

Ji bo nexweşiyên gurçikan jî şiyarî

Alp ji bo nexweşiyên gurçikê jî şiyarî kir û got; "Di cejan qurbanê de xwarinên bê qontrol rîska girinakirina nexweşiyan zêde dike. Divê tayîbetî jî nexweşên şekir xwe ji xwarina şîrîniyan dur bigirin. Xwarinên goşt dikevin navê divê li ber ronê xwe bê qelandin. Ji ber xwarina zêde mîde nerihet dibe."

(zt)