Bûka baranê xîz û kevirên gurçikan dêxe

09:05

JINHA

WAN- Bûka baranê (bûlilok) kulîlke. Heke belgên wê yên kesk bên givaştin û ava wê bi hingiv ve bê vexwarin, wê xîz (qûm) û kevirên di nav gurçikan de bêxe.

Bûka baranê (bûkilok) nebatek gîyayî û bi kulîlk e. Di mehên Hezîran û Tîrmehê de pelên kulîlkên wê tên berkevkirin. Di nava geniman de, li devê rê û li nav mêrgan xwebixwe ji alîyê xwezayê ji nava axê dipişkive. Bejna vê li gor cûre û devera lê şîn dibe, 20 - 100 cm bilind dibe. Navteng û belgên wê hinekî bi pûrt in. Belgên wê kesk in. Kulîlkên wê di serê gupîkên çiqan de vedibe.

Bi gelemperî rengê wan sorê xwînî ne. Lê yên peyazî û ketûmatên spî jî hene. Kulîlkên wê wek sehlikan in û çarper in. Navika wê zer e, di rexên navikê de tozdankên dolkirinê ( bergitinê) hene. Dema kulîlkên wê diweşin qabsûlek dimîne, di nava wê qabsûlê de bizirê wê heye. Bûkilok di mehên Tîrmeh û Tebaxê de di navbera seet 5,30- 10.00an de toza tovên xwe belav dike. Di heman demê de mêşên hingiv û yên din derdikevin çêrê û ji xwe re dibin. Bûkilok navê xwe ji bûk ê distîne. Ji ber ku wek bûkekê xwezayê dixemilîne. Kurdan ew xweşikbûna bûkê li wê kulîlkê kiriye. Her wekî tê zanîn, li Kurdistanê hîzarê bûkê (kirasê bûkê) sorê xwînî ye û ne spî ye.

Wisan tê texmînkirin ku welatê bûkilokê Mezopotamya, Anatolîen û Bûlxarîstan e. Lê niha li hemû deverên cîhanê belav bûye. Dîroka bîkokê bi esehî nayê zanîn. Lê li gor pisporan ji alîyê Sûmer, Babîl Asur, Med, Ûraltû, Misra kevnar, Yewnan, Romayî û Bizansîyan, ji bo derman û rengxweşkirinê dihat xebitandin.

'Kêrhatiya bûka baranê'

1- Jibo kuxik, astim û bronşîtê pir bi fayde ye.
2- Belxemê tavêje
3- Xwîn tivkirinê dibire.
4- Xewa kal û zarowan tîne.
5- Hêrsbûnê diarimîne.
6- Dilkutê (kelecanê-heyecanê) dadixe û hwd.
7- Çaya bûkilokê
8- Şirûba bîkokê
9- Şerbeta nîsanokê

(hk/rc)