Gula hesretê ji serêş, recifîn û nexweşiya çavan re dermane

09:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Gula hesretê (safran) di hundirê xwe de jahrekê dihewîne. Ew jî bandorê li ser sîstema rehan û jîyên navendî dike û xisarê dide gurçikan. Lewre hewceye zêde neyê xwarin. Gula hesretê ji bo reng û tamxweşkirina xwarinan jî tê xebitandin.

Gulahesretê nebatek binik pîvaz e. Bejna wê 10-30 cm tîrane bilind dibe. Belgên wê dirêj û kesk in. Kulîlkên wê berî belgan li ser gupikên çiqan vedike û şeşper in. Rengê kûlîlkan binevşî, leylanî anjî peyazî (penbe) ne. Di nava kulîlkan de tozdankên dolgirtinê (bergirtinê ) hene û rengê wan zerê zêrane ye. Di rex wan doldankên zer de 2- 3 lib sinbillên wek mûyên dirêj ên rengên wan sor derdikevin. Ew sinbill bi destan tên berhevkirin û ji bo derman, tamxweşkirin û rengdanê tên xebitandin. Ji 100- 120 hezar kulîlkan bi zor kîloyek sinbill tên berevkirin û ew kîlo jî bi 1000 dolaran tê firotin. Alman, Tirk û gelek welatên din ji gula hesretê re dibêjin "safran". Her weha bi Kurdî jî navekî wê sefran an zehferan e.

Welatê gula hesretê Mezopotamya, Îran û Hîndistan e. Ji wan deveran derbasî welatên din bûye û niha li welatên wek Spanya, Fransa welatên Balqanan û hinek welatên derya spî jî çandinîya wê tê kirin. Dîroka wê bi esehî ne kivş e. Kurdên rojhilat û yên başûr di nav xwarinê de, bi taybet di nav birincê de dixebitînin.

Kêrhatî:

1- Hêrsbûnê diarimîne (rehet dike).
2-Ketina kincan tekûz (serrast) dike.
3- Kiştî (zînde) yê dide bedenê.
4- Iştahê vedike.
5- Aşikê bi hêz dike.
6-Ji hîsterî û ketina xwîna hinavan (hundir) re bi kêrhatî ye.
7- Ji serêş, recifîn û nexweşîya çavan re pir baş
8- Çerm xweşik dike.
9- Givirandinê (hezmê) hêsan dike.
10- Destavê diqulîne û xwîna kep (bêvil, difin, poz) radiestîne.
11- Jibo xweragirîn û ajoka zayendî baş e.
12- Pêşîya hişkbûnên jîyan û rehan digire.

(rc)