Mehê havînê nedawa zêde ji bo nexweşên astimê xetere

09:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Alîkar Doç Dr. Hulya Vatansev diyar kir ku mehên havînê û derbasbûna demsalan ji bo nexweşên astimê gelek zehmete û got: “Dema nedawa hewayê zêde bibe divê nexweşên astimê dernekevin derve û li herêmên nedaw zêdeye negerin.”

Li gorî pisporan di mehên havînê de rêjeya nedawê di mehên havînê de dibe sedema derketina allerjiyan, her wiha hewaya germ, toza malê û zêdebûna kuvarkên lîfî kontrola nexweşiya astimê zehmettir dike. Bi tevgera demsala havînê re bikaranîna dermanan jî tê jibîrkikirin û ev jî astimê dijwartir dike. Pisporan diyar kirin ku divê nexweş di mehên havînê de dermankirina xwe bikin, li gorî doktorên xwe kontrola xwe û dermankirina xwe bikin.

Pispora Nexweşiyên Sîngê Alîkar Doç Dr. Hulya Vatansev diyar kir ku ji bo nexweşên astimê rêjeya nedawê divê navbera 30-50’î de be û got: “Dema nedawa hewayê zêde bibe divê nexweşên astimê dernekevin derve û li herêmên rêjeya nedawê zêdeye dernekevin derve.”

Hulyayê ev hişyarî kirin: “Dema planên betlanê tên kirin ger alerjiya we hebe divê neçin herêmên ku polen û nebata wê zêde ne. Di tercihên otelan de divê odeyên cigare lê nayên kişandin bên tercihkirin. Divê li cihên parfuma odeyê heye, nemînin.Divê rûyê nivînên xwe bi xwe re bibin betlanê. Divê li odeya otelê xalî neyê bikanîn. Divê li oteleyê klîma hene bimînin.

Li herêma betlanê divê li şûna hewzê behr bê tercîhkirin. Hewz bi enfeksiyonin.”

(fk\hu)