Ji Şaredariya Akdenizê ji bo jinan perwerdeya tendirustiyê

13:45

JINHA

MÊRSÎN - Jinên ku li Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ya DBP'ê 6 hefteyan perwerdeya tendirustiyê dîtin destûrname girtin.

Navenda Jinê ya ÎŞTAR a ku di bin banê Muduryeta Xizmetguzariya Jin û Malbatê ya Şaredariya Akdenîzê de xebatên xwe dimeşîne bi Weqfa Tenduriystiya Malbatê ya Tirkiyeyê(TAPV) re bernameya bi navê 'Bernameya Perwerdeyê ya Tendirûstiyê' da destpêkirin. Piştî perwerdeya ku 6 hefteyan li ser mijarên wekî paqijiya rast, xedîkirina bi tendirust, mafên bingehîn, dayiktiya bi ewle û li ser mijara tevgera ewle hat dayîn, ji kesên kut evli vê pererdê bûn re destûrname hatin dayîn.

Piştî merasîma dayîna destûrnameyan ji aliyê jinan ve bernameya muzîkê jî hat pêşkêşkirin.