Zarokên Botanê bi erbana xwe 'Jiyana Nû' vedibêjin
09:22
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Koma Zarokan ya Şehîd Sara ya Silopyayê ji bo piştgirî bidin HDP’ê li buroya hilbijartinê a KJA’ê sitranan dibêjin. Endamên Koma Zarokan diyar kirin ku ew ji ber tamenê xwe yê biçuk nikarin dengê xwe bi kar bînin lê ew jî bi erbane û sitranên xwe piştgirî didin HDP’ê
Ji hibijartina 7’ê Hezîranê re tenê çend roj man. Li Şirnexê HDP’a ku bi şiara ‘jiyanek nû” ketiye rê xebatên hilbijartinê berdewam dike. Li Şirnexê jî bi şahiyan ziyareta tax û malan xebatên hilbijartinê berdewam dike. Di şahiyan de koma herî zêde kelecanê dixe nava beşdarbanan jî Koma Zarokan ya Şehît Sara ye. Li Silopya yê Koma Zarokan ya Şehîd Sara bi dengê xwe reng didin biroya hilbijartinê ya KJA’yê. Endamê komê diyar kirin ku ew bi erbana xwe xebatên hilbijartinê dikin.
‘Em bi çanda xwe piştgiriyê didin HDP’ê’
Ji Koma Zarokan Zahide Acara 13 selî ku 5 sale di nava xebatên çand û hunerê de distire diyar kir ku ew jî wek zarok piştgiriyê didin HDP’ê û wiha axivî: "Em çanda bi xwe, bi coja xwe piştgiriyê didin HDP’ê.” Zahîde got ku ew bawerin wê HDP bi ser bikeve û AKP di bin benda xwe de bi fetisîne û wiha dewam kir: "Eger HDP bi ser bikev wê azadî çêbibe xuşk û birayê me nayên kuştin. Eger HDP bi ser bikeve wê êdî zarok neyên qetilkirin”
Zahîde banga xurtkirina xebatên ji bo HDP’ê û xwedî derketina li sindoqan kir.
‘Eger HDP bi ser bikeve zimanê dayikê bi ser dikeve’
Meryem Çavluka 14 salî jî got ku ew dixwazin jin û HDP bi ser bikeve loma jî tiştê ji destê wan tê dikin. Meryem got ku ew li çanda xwe û zimanê dayika xwe xwedî derdikevin û HDP navê xwedî derkatina hemû tiştan e. Meryen got ku tevî ew zarokin jî hile û derewê AKP'ê ferq dikin û ji bo kêfxweşiya xebatkarê hilbijartinê ew jî mûzika xwe piştgirî didin û wiha axivî: "Ji bo min zimanê dayikê mûhîm e eger HDP bi ser bikeve weka ku zimanê dayikê bi ser ketibe. Niha ji bo me ya herî giring xweîd derketina li dengê xwe ye. Her çendî em zarokin dengê me nîne jî lê divê her kes bi baldarî tevbigerin.”
‘Em bi sitranên xwe li berxe didin’
Felek Kuşa 16 salî jî anî ziman ku ew ji bo ku piştgiriyê bidin jinan tên biroya hilbijartinê û sitranên xwe dibêjin. Felek got ku ji ber temenê xwe nikare dengê xwe bikar bîne lê ew jî bi deng û erbana xwe piştgirî dide HDP’ê . Felek bang li hemû kesî kir ku ji bo pêşerojek nû û ji bo ku carekadin mirov neyên kuştin dengê xwe bidin HDP’ê û wiha dewam kir: "Eger HDP têkeve meclisê carekadin mirov nayên kuştinê, ewê azadî çêbibe.” Felek da zanîn ku koma wan ji jinan pêk tê û û wiha pêde çu: "Berê jinan nikaribû sitranan bi rehetî bi gotina vê ga jî hin mezinê me sitran gotinê eyb divînin lê em êdî vê yekê qebul nakin û bi sitranên xwe berxe didin û gelek xweş jî çêdibe û em wek jinên ciwan xwe di HDP’ê de dibînin.”
Felek ji bo jiyanek bextawar bang li hemû kesî kir ku dengê xwe bidin HDP’ê
(zt)