Zarokistan dê ji bo zarokan were berfireh kirin
16:30
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku Zarokistan (jûrên lîstikê) ku ji bo pêşketina zîhnî û fîzîkî ya zarokan gelekî bi kêr in, li navçeyan jî veke.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi 13'e Zarokistan û 1 krêşê xizmeta bi zimanê dayikê dimeşîne ji bo ev xebat li navçeyan jî bê kirin zendên xwe badan. Midûrtiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina Zarokistanan xebat dane destpêkirin û ji bo vê serdana şaredariyên navçeyan kir. Midûrtiya Şaxa Krêş û Zarokan li gel 15 şaredariyên navçeyan der barê Zarokistanan de agahdar kirin û got ku, ger şaredarî cih peyda bikin, ew ê hemû pêdiviyan bi cîh bikin. Midûrê Beşê Veysel Yildirim, der barê mijarê de diyar kir ku jûrên lîstikê bi navê Zarokistan 13 ne û krêşek wan heye û wiha domand: "Em ê li her taxên Amedê û navçeyan zarokistanan vekin. Ji bo vê serdana 15 navçeyan hatiye kirin. Em ê destpêkê li Erxenî, Farqîn û Bismilê zarokîstanan vekin."
Veysel bal kişand ku bi awayekî zanistî hatiye çespandin ku pêwistiya pewerdeya pêş dibistan giring e û wiha axivî: “Ji bo kes bi hebûna xwe bihese û xwe pêş ve bibe perwerdeya pêşdibistanê gelekî giring e. Şaredariya Bajarê Mezin jî pêşengtiya vê yekê dike û hêvîdar im ku li tevahiya herêmê belav bibe. Her kes giringiya perwerdeya pêş dibistanê bizanibe û hemû şaredarî di vî warî de razemeniyê pêwîst bikin."
'Li her taxekê Zarokistanek'
Veysel anî ziman ku perwerdeya pêş dibistanê razemeniyek e bo pêşerojê û wiha axivî: “Zekaya hestîyar û matematîkî di vê heyamê de ava dibe. Xebatên li Zarokistanê têne kirin divê tenê wek dersek û xebat neyêne dîtin. Heke em dibêjin berî her tiştî perwerde; nexwe berî dibistanê perwerde dest pê dike. Divê em bi vê hişmendiyê nêz bibin. Bi taybetî em dixwazin li taxên kesên dezavantaj lê hene van zarokistanan ava bikin. Divê hemû barê avakirina Zarokistanan nexin ser milê şaredariya mezin û got, wek gelek mijaran Şaredariya Mezin di vî warî de jî pêşeng e. Em dixwazin heta dawiya salê hejmara zarokistanan bikin 20. Her sala paştir em dixwazin pileyê bilindtir bikin. Krêşên li 450 Malan û Baxcilarê ne tenê ser asta herêmê her wiha li ser asta Tirkiyeyê krêşên herî mezin in."
(rc/zt/ ch)