Zarokên Şengalî spasnameyên xwe girtin

14:39

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên Şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15'ê Adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Aktîvîstên Jiyanê” vekiribû li vir 820 zarok beşdarî dewra perwerdeyê bûn. Zarokên ku perwerde dibînin bi dawî bûna dewrê spasnameyên xwe girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên Şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15'ê Adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Aktîvîstên Jiyanê” vekiribû li vir 820 zarok beşdarî dewra perwerdeyê bûn. Di dewrê de 730 zarokên di navbera 8-14 salî û 90 ciwanên 15-20 salî di Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Aktîvîstên Jiyanê de bi Kurdî, Îngilizî dersên Êzidayetî, wênekêşî û wênesaziyê wergirtin. 6 jê Êzidî 22 mamoste bi dilxwazî di dibistanê de perwerde dan. Mamoste, xwendekarên zanîngehê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der û endamên Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê tevlî perwerdehiyê bûn. Zarokan ji 5 rojên hefteyê 4 saetan ders didît. Xebatkarê Koordînasyona Wargeha Fîdanlikê ya Şaredariya Bajarê Mezin Bişar Îçlî diyar kir ku zarokên Şengalî hêdî hêdî travmaya koçberiyê ji ser xwe diavêjin û anî ziman ku ji bo ew adapteyî jiyanê bibin dibistan hatîye vekirin. Bişar aşkera kir ku meha di Adarê de dewra perwerdeyê dest pê kiriye û di nava 3 meh û nîv de perwerde dane û diyar kir ku niha dewreya duyem a perwerdeyê dest pê dike û tevahiya havînê jî didome. Bişar destnîşan kir ku perwerdeya zarokan bi şerê li Şengalê qut bûye û got, perwerde ji bo zarokan gelekî giring e û bi sedan zarok bi kêfxweşî beşdarî vê perwerdeyê bûne.

Ji atolyeyan jî sudê dibînin

Bişar anî ziman ku di vê perwerdeyê de Kurdî-Der û saziyên din binbariyeke mezin aniye cih û bi taybetî Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê di warê psîko-sosyal de xebatên giring der barê van zarokan de pêk anîne. Bişar da xuyakirin ku tevî mufredata perwerdeyê a normal wan vê dewreyê ji bo zarok heyameke xweş derbas bikin giranî dane şano û muzîkê û got, "Ev xebatên di bin banê Seroaktiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokan gelek giring bûn. Wan ji hemû atolyeyên li Sumerparkê sûd wergirt." Bişar bi bîr xist ku perwerde ji bo têkiliya civakî ya zarokan pêş bixe gelekî giring e û anî ziman ku serê perwerdeyê mamosteyên wan kon bi kon li zarokan digeriyan û ew dianîn dersê. Destpêkê zarok û malbatên wan zêde bi vê perwerdeyê germ nebûn. Bişar ragihand ku bi demê re wan ev pirsgirêk çareser kir, ne tenê zarok, wan karê xwe bigihînin malbatên wan jî.

'Zarok bi du elfabeyan perwerdê dibînin'

Bişar da zanîn ku zarokên Kurdên Êzdî li Şengalê bi tîpên Erebî perwerde dibûn, di dibistana Şaredariyê de vê carê bi tîpên Kurdî ya Latînî fêr bûn, destpêkê ji ber cudahiya alfabeyan hin kêşe peyda bûn. Bişar diyar kir ku zarok fêrî alfabeya latînî ya kurdî bûn, ew ji bo pêşveçûna wan a şexsî gelekî girîng e û got, bi vî awayî ew fêrî herdu alfabeyan bûn.

(zt/ch)