Navenda Şêwirmendiya Jinan Çîçek, perwerdê dide zarokan
17:11
JINHA
MÊRDÎN - Navenda Şêwirmendiya Jinan Çîçek, ya ku di biniya Şaredariya Kerboranê de xebatên xwe bi rê ve dibin dest bi perwerde û hînkirina zarokan kirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Navenda Şêwirmendiya Jinan Çîçek ji bo pirsgirêkên jinan ya ji alî civakî, çandî û aborî çareser bike vebûye.
Navenda Şêwirmendiya Jinan Çîçek ya ku di binesaziya Şaredariya Kerboranê de xebatên xwe bi rê ve dibin li gel vekirina kireşê dest bi perwerde û hînkirina zarokan jî kirin e. Di derbarê hînkirin û pêşdebirina zarokan de Suzan Siyahkoç axivî û got: "Em di kreşan de bi zimanê dayikê perwerde û hînkariyê didin zarokan. Ez bi taybetî di perwerdeyan de giranî didim çîrokên Kurdî. Li hember polîtîkaya pergalê ya ser ziman em hemû çalakiyên ku li navenda xwe li dardixin wê bi zimanê dayîkê be."
(zt/ch)