Qursa zarokan a Arîn Mîrkan besteya xwe diyarî Rojava kirin

09:25

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Qursa Zarokan a di binesaziya Navenda Çanda Mezopotamya a Edeneyê (NÇM) de hate vekirin, bi betlana havînê re lez dan xebatên xwe yên mûzîkê. Zarokan sirûda ya bi navê Dîlana Rojava diyarî berxwedana Rojava kirin û qilîba wê kêşandin.

Gelek komên muzîkê di binesaziya NÇM'a Edenê ya ku di sala 1993'an de hatî avakirin xebatên xwe bi rê ve dibin. Bi diruşma "Hunera bi zimanê dayîkê" di biniya navendê de bi gelek pisporên beşên weke muzîk, enstruman, folklor û tiyatro yê perwerdê didin. Demek berê jî li navendê Qursa Zarokên Arîn Mîrkan hat vekirin. Li qursê tevahî 25 zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 13 salî de diguhere cîh digirin. Zarok li vir hînî enstrumanan dibin, waneyên muzîkê dibînin û di heman demê de di şahiyan de derdikevin dikê.

Qoroya pir zimanî

Zarok weke kom, sitran û sirûdên xwe beste kirine û qilîba wan kişandine. Herî dawî Qoroya Zarokan ya Arîn Mîrkan bi navê Dîlana Rojava sirûdek beste kirine û diyarî şoreşa Rojava û Kobanê kirine. Zarokên ku bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî û gelek zimanan stranan bi pîsporî dibêjin. Ji solîstên koroyê Nefel Ozbay der heqê koroyê de axivî û wiha got: "Ji ber cîh girtina min a NÇM'ê ez gelek şanazim, lewre ez li vir hînî gelek tiştan bûm. Di nava koroya me de di serî de Kurdî bi gelek zimanan stran tên gotin. Ji ber dibistana me jî ketiye betlanê êdî ez dikarim zêdetir ji bo muzîkê dem veqetînim."

'Ne weke dibistanêye em hevaltiyê hîn dibin'

Hêlîn Bahadir ya ku di heman qursê de cîh digire jî diyar kir ku ev saleke ew perwerda muzîkê dibîne û wiha axivî: "Dema ku ez zimanê xwe yê dayîkê û çanda xwe hîn dibim malbata min jî pir kêfxweş dîbe. Ez ji bo ku bibim hêjayî malbata xwe bi hezkirin hewldidim. Perwerda NÇM'ê weke di dibistanên dîn a ser xwendekaran de qîr dikin nîne. Li vê derê baweriya me bi me tê. Em bi mamostayên xwe re weke hevalin. Ev jî baweriyê dide me û dihêle em hîn zêdetir hilberînkarbin."

(zt/ ch)