Li Rimêlanê bi awazê zarokan Berfa Çiya dihele
09:11
Rûken Dêrik /JINHA
RIMÊLAN - Komek zarok yên meraqê mûzîkê li bajarê Rimêlan hatin ba hev û Koroya Zarokan a Berfa Çiya avakirin. Li gel perwerdeyên mûzîkê a koro yê, waneyên govenda gelerî û şano yê jî dibînin.
Li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîra Rojava zarok jiyanê ji paçeya mûzîkê dinirxînin û li ser vê bingehê li hev kombûn. Zarokên ku şert û mercên xwe têde îfade bikin nedîtine, li gorî derfetên xwe Koroya Zarokan a Berfa Çiya avakirin. Her wiha bi avabûna koroya zarokan re, ev kom li bajêr ji bo tevahî zarokan xebatên çand û hûner dide meşandin. Koma ku di binesaziya Navenda Çand û Hûner a Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan de hatibû avakirin. Ji ber ku xebatek kur nedan meşandin, Koma Berfê Çiya di 6 mehên dawî de giranî dan xebatên xwe û bu navendek ku balê hemû zarokên bajêr bikşîne ser xwe. Koma ku li ser mûzîkê dixebitin heyan niha bi afrîneriyên xwe çar beste çêkirine. Her wiha waneyên govendê ya gelerî û şano yê jî dibînin û armanc dikin ku derkevin ser dîkê û wan berhemên xwe bi herkes re parve bikin.
Mamosteyê komê Ahmet Şeyh Huseyîn da zanîn ku demên derbasbûyî de jî ev kom hebûye, lê ji ber hêjmara wan a kêm asta ku dihat xwestin peyda nedibû. Ahmet got: "Êdî wek hêjmar jî em zêde bûn. Tevî zarokan me 4 beste çêkir. Di nava heftê de zarok sê caran ji bo provayê tên ba hev. Di her proveyek de du saet li ser mûzîk û govendê em wane didin wan. Zarok karê xwe bi displîn û cidî digrin dest. Dibistan niha di tatîlê de ye, lê zarok li navendê hînê çandê xwe dibin. Ricayê me ji gelê me ew e ku nirx bidin zarokên xwe û ji bo pêşeroja zarokên xwe wan bişînin xebatê çandê."
Sîda a ku cihê xwe di nava koroyê de digre got: "Ev sê salin ez di nava xebatên çandê de cih digrim. Saleke jî tevî vê komê bûme. Proveyên me gelek bi coş derbas dibe. Ez mûzîkê gelek hezdikim û dikarim xwe li vê qadê îfade bikim."
Yek ji solîsta koruyê Xaysa jî wiha got: "Dema ku Koroya Berfa Çiya hat avakirin min dît ku komek xweşe û ez tevlîbûm. Fêrbûna çandê mirovan ber bi jiyanek ehlaqî ve dibe."
(rc)