Li Til Alferê 500 zarok ji aliyê DAIŞ'ê ve dîlgirtîne

10:02

Zehra Dogan /JINHA

LALEŞ - Z.A.X'ê yê 11'e salî a ku xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirî anî ziman, li Til Alferê çeteyên DAIŞ'ê kamp vekirine û di wê kampê de 500 zarokên Êzidî dîl girtîne. Her wiha da zanîn ku zarokên li kampê her roj bi aweyek sîstematîk rastî êrîşên zayendî tên. Z' ya ku kariye piştî esereta xwe a salekê di destê çeteyan de rizgar bibe got: "Ez ketim temenê xwe a 12'ê xwestin min bizewcînin, an ezê miribam an ezê xilas bibam. Dervî vê tu şansê min tune bû. Ez wir nasdikim dikarim we jî bibim wir, lê êdî tiştek bikin."

Salek li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê derbasbû. Lê rûxmî ku salek li ser êrîşê boriye jî, ji bo 5 hezar jin û zarokên ku li bazarê tên firotin, hîna ji rayê giştî tu gav nehatî avêtin. Li gel ku êrîşê çeteyên DAIŞ'ê didome, jin û zarokên ku dîl girtine li bazarên bajarên Til Alfer, Baaj, Aseyba, Rabîa, Koço, Til Azêr, Suudî Arabîstan û Rakka hîna tên firotin. 2 hezar jin li gorî derfetên xwe karîne xwe rizgar bikin û zarok li bajarên Herêma Federala Kurdistanê, di serî de Duhok, Kabartuê, Xanêk, Şalya, Çesmışko, Şêxan, Baadrê, Kayda û cihê pîroz li Laleşê birînên xwe bi xwe derman dikin.

'Birînên xwe bi xwe derman dikin'

Piştî ku salek li ser komkujiya Êzidiyan borî gelên Êzidî meşê bi xwes bir bi cihê pîroz Laleş ve meşiyan, di hewara gelê Êzidî de diyar dibû ku piştî qetilamê jî êş û birînên wan rihet nebûye. Êzidiyên ku tevlî meşa pîroz a ber bi Laleşê ve bibûn her yek ji wan xwedî çîrokek trajedî ya cûda heye. Di nava qalabaxê de em ber bi hawara jinek ku di destê wê de zarokê wê heyî dibin. Zarokê hemêzê xwe nîşan dide û dibêje, "Keça min nû ji destê wan xilasbû, her tişt bi keça min kirine."

'Zarok rastî êrîşa zayendî tên'

Li ser axên ku ji aliyê mirovahiyê ve hatiye ji bîrkirin, zaroka 11'e salî Z.A.X., rastî çi îşkence hatiye ji JINHA'ê re vedibêje. Z.A.X berî heftiyek ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgardibe lê hîna jî bawer nake ku ji destê wan rizgar bûye. Z.A.X anî ziman ku hemû zarok rastî êrîşê zayendî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê.

'Êdî bila tiştek bikin'

Z.A.X. got: "Her roj hinek dihatin. Heyan şefaqê li me didan. Çarşefên reş bi zorê li me dikirin. Waneyên Quranê bi zorê bû, ji mere digotin ' heyan salek pêwîste bêy ku hûn pirtûkê bixwînin hemû di hêşê xwede bigrin. Yên ku di hişê xwede negre emê wan bidin zewcandin'. Ji xwe tiştê ku dixwestin dikirin, ji zewacê ez gelek ditirsîm lê min ne dikarî di hişê xwede bigrim."

Z.A.X. wiha domkir: "Gelek zarokên biçûk hebûn, her dem ji birçan re digriyan. Me şekir di nava avêde diheland û dida wan zarokan. Hima li ber mirinê bûn. Niha çi ji wan hat nizanim." Z.A.X bang li wîjdanê mirovahiyê dike û dibêje: "Ez rica dikim wan zarokan ji destê wan rizgar bikin, ji birçan re dimirin. Zarokan biçûk didin zewcandin, zorê didin me ku em nav cihê wan de razên. Ez dizanim, dikarim we bibim wêderê êdî bila tiştek bikin."

(rc)