Mihrîcana Zarokan bi dawî bû
12:02
JINHA
QAMIŞLO - Mihrîcana Hunerî ya Zarokan a Kantona Cizîrê di roja dawî de bi dayina xelatê bi dawî bû.
Mihrîcana Hunerî ya Zarokan a Kantona Cizîrê ku li navenda çand û hûnerê a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dihat lidarxistin bi dawî bû. Di roja dawî ya mihrîcanê de Endama Desteya Rêveber ya TEV-DEM‘ê Henîfe Hisên, Cîgirê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ednan Ibrahîm, nûnerên hêzên asayîşî , rêveberên Tevgera Çand û Hunerê û bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo beşdar bûn.
Di mihrîcanê de koma şanoyê ya astengdaran a girêdayî Rêxistina Mafên Mirovan e şanoya xwe bi navê ” Besmet El- Seada” pêşkêş kir, Koma Kulîlkên Mizgîn a govendê a girêdayî Navend Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê, koma Êla ya girêdayî Navenda Hurî ya bajarê Amûdê çalakiyên xwe pêşkêş kirin.
Di mihrîcanê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Henîfe Hisên, Cîgirê Seroka Desteya Çandê Ednan Ibrahîm, Endamê Kordînasiyona Tevgera Çand û Huner (TEV-ÇAND) Delîl Mîraz, Rêveberê TEV-ÇAND‘ê Ehmed Çetelê û Rêvebera Komîteya Amadekar ya Mihrîcanê Aynur Abdullah axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ku pêwîste afrînerên zarokan werin pêşxistin û durî rewşên şer werin ketin. Her wiha hate diyarkirin ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê rastî qirkirineke di bin navê dewletperest çandî tê.
Hate diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî hemû hewlidanên qirkirinê sekinî û çanda xwe parastiye.
Piştî axaftin bi dawî bû, Tevgera Çand û Hunerê komên ku beşdarî mihrîcanî bûn xelat girtin.
(rc/ch)