Li Kobanê Baxçê Zarokan hat vekirin
15:17
JINHA
KOBANÊ - Desteya Jinê ya Kobanê bi hevkariya Desteya Kar û barên Civakî duyemîn Baxçeyê Zarokan li kampa Meştenûr a Kobanê vekir. Her wiha navendek ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji kesên temen mezin xwe re hat fekirin ji bo xwe fêr kirinê.
Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Jinê ya Kobanê de, desteyê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî di Kampa Meştenûr a bajarê Kobanê de duyemîn Baxçeyê Zarokan bi merasîmekê vekir. Dîwarên Baxçeyê Zarokan bi nexşe û wêneyên lîstokên zarokan hat xemilandin. Di merasîmê de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, saziyên Civaka Sivîl, malbat û xizmên şehîdan û bi dehan welatiyên bajêr amade bûn.
Cîgira Seroka Desteya Jinan Narîn Temo derbarê vekirina Baxçeyê Zarokan û Navenda fêrkirina xwendina û nivîsandin ji bo kesên bi temen mezin re û diyar kir ku armanca wan ew e ku zarokan perwerde bikin û piştgiriya wan di aliyê fikrî û derûnî de û wan ji rewş û dîmenên şer dûr bixin û wiha got: “Di Baxçeyê Zarokan de wê zarokên di navbera 3 û 5 salî de ne werin qeytkirin. Her wiha navenda fêrkirina xwendina û nivîsandin ji kesên temen mezin re hemû nifşên civakê digire nava xwe vekirin.”
Di merasîmê de Cîgira Desteya Karûbarên Civakî Hêlîn Hacim diyar kir ku avakirina Kobanê netenê girêdayî avakirina avahiyan e. Lê belê divê ji nû ve avakirina Kobanê di hemû aliyan de be û wiha got: “Armanca vekirina vê Baxçeya Zarokan ew e ku zarokên di rewşên şer re derbas bûne, dîmenên şer bi wan bidin ji bîrkirin û alîkariyan zarokan di aliyê derûnî de bê kirine.”
Piştre Rêveberê Kampa Meştenûr Nûr Ayhan Ohans diyar kir ku rizgarkirina Kobanê bi saya xwîna cangoriyên pêk hat û berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyan dane meşandin û wiha got: “Yek ji şehîd Kobanê têkoşer Karker Kobanê bû û di nava welatiyên Kobanê de bi hezkirina wî ji zarokan re gelekî dihat naskirin.”
Nûr di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku têkoşer Karker di çarçoveya berxwedana Kobanê de gelek xebat dane meşandin û di xebatên ji nû ve avakirinê de jî cihê xwe girt. Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê Baxçeyê Zarokan ji aliyê Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û Rêveberê Kampa Meştenûr Nûr Ayhan Ohans ve hate vekirin.
Merasîm bi stran û dîlana zarokan û belavkirina şêranî û lîstokan li zarokan bi dawî bû.
(rc)