Di çavê zarokên Farqînê de şer...
10:58
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Zarokên temenê wan herî zêde 15 salî li Farqînê bi rojan şahidiya gulebarana malan û mirina mirovan kirîn hîna ser tiştên ew mexdurî wê kirine ne fikiriyîn dibêjin: "Tenê daxwaza me aştiye." Zarokê 10 salî M. bi tirsa dê carekdin nikare lîstokan bilîze dibêje: "Em dixwazin bi azadî lîstokan bilîzin. Xwişê li gorî min ew qet naxwazin lîstokan bilîzin. Ji ber hîna ew zarokan dikujin gelek xirabin."
Li Farqînê di êrîşên ser gel de zarokên bûne mexdurê êrîşan hîna şer çiye û tiştên jiyan kirine çîne hewil didin wate bidinê. Zarokên biçukên Farqînê ku bi şev û roj bûne mexdurên êrîşan bi zorê hewildidin hînî jiyana şer dibin. Zarokên ku di dema şer de di malan de girtî mane, tirsa ku wan kêliyan jiyan kirine vedibêjin.
'Min got qeyî dê me jî bikujin'
Zarokê 10 salî M. S diyar kir ku dema dengê çekan bihîstiye xwe avêtiye hembêza dayîka xwe û wiha domand: "Dema ku min dengê çekan bihîst ez gelek tirsiyam û min xwe avêt hembêza dayîka xwe. Li derdora mala me gelek mirovên cuda hebûn. Her dem em gulebaran dikin, ez ditirsiyam ku me jî bikujin."
'Heta zarokan jî dikujin'
M. da zanîn ku wî polîsên li derdora mala wan dişiband çeteyên DAIŞ'ê yên ku di televiziyonê de dîtiye. M. destnîşan kir ku polîsan her dem tekbir dinanîn û xeber didan. M. anî ziman ku ew ditirsa dê êdî nikare derkeve derve û hevalên xwe nebîne û wiha berdewam kir: "Ez tirsiyam ku êdî nikarim lîstokan bilîzim. Weke ku polîs ji bo kuştina her kesê hatibûn. Min her dem ji diya xwe re digot: 'dê her kesê bikujin' diya min nedihêla ez bitirsim û diyar dikir ku dê ew ji vêderê biçin, tiştek tineye. Em şer û mirinê naxwazin. Ew çima xwişk, bira û hevalên me dikujin? Em tenê aştiyê dixwazin û dixwazin bi azadî lîstokan bilîzin. Xwişkê li gorî min ew qet naxwazin bilîzin. Ji ber ew heya zarokan jî dikujin, ew gelek xirabin."
'Ezê rojekê van qalikên vala nîşanî yên birayê min qetilkirin bidim'
Zarokê 13 saliy Ç. G. yê ku di taxê de qalikên guleyan ên vala dide hev jî got: "Ev şahidiya dijimiyê ya ku dixwazin me hemûyan bikujiye. Wan birayê min Serhat ê herî zêde di taxê de dihat heskirin û alîkariya her kesê dikir, tenê ji bo parastina me derketî kolanê ji me sitandin. Ev ji bo wan namîne. Ezê her dem van qalikên vala li gel xwe rakim û rojekê nîşanî yên birayê min Serhat qetilkirin bidim."
'Em tirsê naxwazin tenê lîstokan dixwazin'
Ç. da zanîn ku dema ew piştî şer derketiye kolanê dîtiye her der hilweşandine tirsiyaye ku hemû gelê Farqînê qetilbikin û wiha domand: "Dema ku derketim derve min dît her der hilweşandine. Tam li beranîberî mala me mala hevalê min ê herî nêz heye, min dît hemû dîwarên mala wan cihê guleyanin. Ez bi lez çum ber derê mala wan û min li derî xist. Wê kêliyê ez tenê difikirîm ku ezê carekdinê bikarim wî bibînim. Tiştek bi wî hevalê min nehatibû lê me birayê xwe Serhat winda kir. Em êdî şer naxwazin. Bila aştî bibe ku em li kolanan bi rehetî bikarin bi hevalên xwe re bilîzin. Em tirsê naxwazin tenê lîstinê dixwazin."
'Em jî mezin dibin bese êdî em mavfê xwe dixwazin'
Zarokê 15 salî S. G yê ku baxçê ber derê wan hemû hilweşandîn û mala wan hedef girtîn ew û malbata xwe di oda paşiya xanî de xwe veşartîn jî wiha axivî: "Bi carekê re me dît mala me kirine hedefa guleyan. Diya min û bavê min ez û xwişk û birayên min girtin em di oda pişta malê de veşartin, heya şer qediya me nikarî em bilivin. Diya min û bavê min di nava xwe de di axivîn digotin 'Ciwanê biçuk qet bêyî ku dilê wan bimîne pêve qetilkirin.' Wê demê 3 kes qetilkirin, yek ji wan jî birayê Serhat ê ku herî di taxê de dihat heskirin bû. Em bi halê xwe neêşiyan, lê wan qetilkirina wan ciwanên biçuk û ziyana dikandaran em gelek êşandin. Ji bo azadiya me ew ciwan derketin kolanan. Ez tenê aştî û azadiyê dixwazim. Em jî êdî mezin dibin êdî bese em mafê xwe dixwazin."
(zt)