Zarokên beşdarî mihrîcanê bibûn hatin xelatkirin

13:36

JINHA

QAMIŞLO - Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo zarokên ku beşdarî mihrîcana yekem a zarokan ya kantona Cizîrê bibûn di şahiyekê de hat xelat kirin.

Şahiya xelatkirinê bi beşdarbûna Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Hevserokên Şaredariya Gel a Qamişlo Ranya Mihemed û Meaz Ebdulkerîm, her wiha bi dehan welatî jî di nava de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo şahî hate lidarxistin.

Staran û xelekên govendê ji aliyê koma Şehîd Rîhan, koma Şehdî Nûpelda û Koma Şehîd Kesra hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de xelatên sembolîk ji bawernameyan pêk dihat, her wiha pêdiviyên dibistanan ku ji aliyê Şaredariya Gel a Qamişlo hatibûn pêşkêşkirin, diyarî zarokan hatin kirin.

(rc)