'Ji bo xeyalên xwe em dixwazin şer raweste'

09:32

Nurcan Yalçin / JINHA

AMED - Li Amedê zarokên bi navê N.G ya 12'e salî û F.A bi hevokên ku sazdikin trawmaya ku zarok dijîn datînin holê. Zarok dibêjin "Kengî dê dora me jî were" her wiha dema qala tirsa mirinê jî dikin wiha dibêjin, "Ji bo xeyalên xwe em dixwazin şer raweste."

Li dijî gelê Kurd êrîş, operasyona qirkirina siyasî û qatiliam bêy ku bêje zarok, jin û pîr didome. Di çerçoveya konsepta şer a ku li hember gelê Kurd hatî îlan kirin de ji Baranê 7 salî heya Berfîna 13 salî bi sedan zarok di vî şerî de birîndar dibin û tên kûştin. Li Amedê zarokên keç ên bi navê N.G û F.A ên 12'e salî bi hevokên ku sazdikin rastiyê jiyanê vedibêjin. Zarok dibêjin: "Her roj zarokên di temenê me de tên qetilkirin. Em jî êdî ditirsin derên derve." û pirsa "Kengî dê dora me jî were" mirovên bi xwe re xemgîn dike. Zarok wiha gotin: "Bi tirsa ka em ê kengî bimirin em naxwazin bijîn."

'Zarok tiştek nizanin çima tên qetilkirin?'

Zaroka bi navê N.G. behsa tirsê ku dijîn kir û wiha got: "Em gelek ditirsin. Em êdî naxwazin ji malê derên derve. Êdî di baxçeyê siteya malê me de li gel hevalên xwe ditirsim bileyzim. Her sibeh dema ku ji xew radibim ji dilê xwe dibêjim gelo îro kîjan ji me wê bê kûştin. Li cihê ku em pêşeroja xwe xeyal bikin em dibêjin 'gelo em ê kengî bimirin. Ez nikarim êdî pêşerojek erênî xeyal bikim. Ji bo ku zarok xeyalê jiyanê avabike divê dawî li vî şerî bê. Her roj zarokên bê guneh qetildikin, zararê wan tune ye. Zarok rastiya şer jî nizanin çima tên qetilkirin. Em hinek tişt dixwazin lê xwesteka me ne diyare ka çiye. Ji bo ku tiştek bi dest bixin, gelek mirov tên kûştin."

'Sedema şer heye lê em nizanin ka çiye'

Zaroka bi navê F.A ya 12'e salî wiha tirsê xwe parve dike, "Em ne wêrin derên derve. Hindik maye dibistan destpêbikin. Em ê çawan tevlî waneyan bibin û çawan guhdar bikin. Dema ku em li dibistanê bin bi vê tirsê em wane çawan guhdar bikin. Em ne wêrin derên derve lê li malê jî bêhna me tang dibe. Şer dikin lê her kes ji vî şerî bandor dibe. Çima zarokan dikûjin ma qay zarok çikirine? Ne tenê zarok ma gelê me çikiriye? Sedemên cûda hene dibe lê zarok vê yekê nizane. Sedema şer jî nizane ka çiye. Lê cardin ne şer ew aştiyê dixwazin.

'Em demek bêy ku şer hebe dixwazin'

F.A diyar kir ku ew dema dixwazin biçin dikanê tirsên mezin dijîn û wiha got: "Ev şer ne tenê me hemû zindiyan bandor dike. Diviya em li ser pêşeroja xwe bihizriyana, lê hawirek wiha nîne ku em xeyalên xwe avabikin. Eger hinek Serokomar hildibijêrin divê ew Serokomar karê xwe bike. Her roj zarok tên qetilkirin. Her roj nêzî 20 balafirên şer radibin. Van balafiran jî nadin rawestandin. Em nizanin ka çi bikin. Ez naxwazim di nava hawirekî ku şer lê hebe mezin bibim. Naxwazim di nava şer de li ser pêşerojê bihizirim. Em demek bêy ku şer hebe dixwazin."

(rc)