Komela Rojeva Zarokan balkişand ser qirkirinên zarokan
10:14
JINHA
ENQERE - Komela Rojeva Zarokan di foruma xwe de balkişans ser qirkirinên zarokan ên li Kurdistanê berdewam dikin.
Di sala 10'an de Komela Rojeva Zarokan li Parqa Kugulu yê forum çêkir û di forumê de balişand ser qetilkirina zarokên li Kurdistanê. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu, Aycan Îrmez, Leyla Birlik û Parlementera CHP'ê ya Enqerê Şenay Saruhan jî beşdarî forumê bûn. Forumê bi çavdêriyên Rojnameger Ayşegul Dogan ên ser zarokên Cizîrê despêkir û Baran Çigli bibîr anî. Ayşegul da zanîn ku gelek zarokan jiyana xwe jidestdane û got: "Ewqas zarok tên qetilkirin ku em ji windakirina navên wan êdî ditirsin."
'Sal 2015 ye hîna zarok nikarin derkevin kolanan'
Ayşegul li Cizîrê derbasbina zaroktiya xwe bibîrxist û wiha domand: "Ez kengê zarokbûm nayê bîra min. Di salên 1980 û 1990'an tarîtî ketibû kolanan zarok dernediketin derve. Sal 2015 ye hîna zarok nikarin derkevin kolanan, ji xwe dema ku tarî ket erdê zarok dernakevin, zarokên ku bi şev derkevin mirinê didin berçavên xwe."
Parlementerê Şirnexê Ferhat Encu jî wiha axivî: "Di rewşek wiha de qala zarokan kirin gelek zore, niha li vêderê zarok li gel malbatên xwe digerin bê ku ditştek hebe, lê li Kurdistanê rewş gelek cudaye."
Piştî axaftinan forumê bi filimê kin yê li ser zarokên Taxa Nuh a Cizîrê hatî amade kirin, paşê jî bi pirs û bersivan berdewam kir.
(zt)