Ji bo zarokan rêzeçalakiyên hunerî
12:39
JINHA
QAMIŞLO - Bi armanca ku zarokan fêrî xebatên hunerê bikin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çalakiyeke rêzeçalakiyên hunerî lidar xistin.
Rêzeçalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ku li bajarê Qamişlo ye, 2 roj berê destpê kirine. Di çarçoveya bernameyê de şano hatin pêşandin û govend hatin gerandin.
Di roja yekemîn de Koma Şehîd Kisra ya Zarokan şanoya bi navê “Ciha (Çeto)” pêşkêş kir. Di roja duyemîn de, ango duh jî heman kom vê carê bi govendên xwe derket pêşberî zarokan. Her wiha Koma Şehîd Kisra şanoyê bi navê “ Xwendin” ku zarokan teşwqî xwendinê dike pêşkêş kir.
Wê îro jî heman kom şanoya bi navê “Jiyana Şano” pêşkêş bike. Bername wê îro bidawî bibe.
Endamê komîteya amadekar a bernameyê Mihemed Eşref diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê avakirina zemînekî hurnerî li cem zarokan e û çandina hezkirina hunerê ye.
(rc)